Cenazeyê şehîd Ebdurehman Xidir li Hesekê hat veşartin

Cenazeyê şervanê YPGʹê Ebdurehman Xidir ê ku di encama nexweşiyê de şehîd bû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê hat veşartin.

Cenazeyê şehîd Ebdurehman Xidir li Hesekê hat veşartin
15 kanûn, 2022   12:49
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê YPGʹê Ebdurehman Xidir (Elî Hesekê) yê ku 10ʹê Kanûnê ji ber krîza dil şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê spart axê.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ezîza Yûnis axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hemîd Hesen jî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Dewleta Tirk bi êrişên xw hewl dide îradeya me bişkîne û lêza me lawaz bike, lê madem em şopdarên fikr û felsfeya rêber Abdullah Ocalan in tu kes nikare îradeya me bişkîne."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Gulçîn Ehmê nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd Xidir Ebdurehman di dirûşme û tiîliyên dayikan li goristana Şehîd Dijwar hat veşartin.

ANHA