Xerîb Hiso: Li hemberî êrişan divê rihê welatparêziyê were xurtkirin

Hevserokê TEV-DEMʹê bang li gelên herêmê kir ku li hemberî êrişan xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin û rihê welatparêziyê xurt bikin.

Xerîb Hiso: Li hemberî êrişan divê rihê welatparêziyê were xurtkirin
15 kanûn, 2022   12:04
HESEKÊ

Meclisa Mablatên Şehîdana  bajarê Hesekê ji bo nirxandina geşedanên dawîn civînek li hola Reşo ya taxa Mişêrfê ya bajar li dar xist.

Di civîna ku bi dehan malbatên şehîdan amadebûn de, hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand.

Xerîb Hiso bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide bi hemû rêbazan qada dagirkeriya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê fireh bike û got: "Bi êrişên xwe yên hewayî û şerê taybet hewl dide îradeya gel bişkîne."

Hiso diyar kir ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê têk çû, ji ber vê yekê çekên qedexekirî xistiye dorê de da ku planên xwe bi cih bîne û got, dewleta Tirk hemû peyman û qanûnên navneteweyî binpê dike.

Hevserokê TEV-DEMʹê destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina gelên hevgirtî ye.

Hiso di dewama nirxandinên xwe bang li gelên herêmê kir ku li hemberî êriş û sûcên dewleta Tirk xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî birêxistin bikin û rihê welatparêziyê xurt bikin.

Xerîb Hiso her wiha bal kişand ser bêdengiya hikumeta Şamê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk û anî ziman ku hikumeta Şamê ji bilî gendelî, reşwetê û ferzkirina ambargoyê li ser taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê tiştekî din nizane.

Hiso bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker jî rexne kir û bang li gelên herêmê kir ku li hemberî êrişan hevgirtina xwe xurt bikin, destkeftiyên şehîdan biparêzin û destekê bidin hêzên leşkerî yên parêzvanên herêmê.

Di dawiya civînê de beşdaran jî nêrînên xwe parve kirin û bersiva pirsan hatin dayîn.

ANHA