​​​​​​​PYD′ê bi peyamekê Cejna Êzî pîroz kir

PYD′ê Cejna Êzî li civaka êzidî pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe cejna aştî û hezkirinê.

​​​​​​​PYD′ê bi peyamekê Cejna Êzî pîroz kir
15 kanûn, 2022   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya Cejna Êzî peyama pîrozbahiyê da. Tê de wiha hat gotin:

"Civaka me ya êzidî sibe Cejna Êzî ku dikeve îna yekemîn ji Kanûnê pîroz dike û beriya wê jî 3 rojan rojiyê digirin. Piştre cejn di roja 4′an de tê û pîroz dikin.

Di demekê de gelê me yê Kurd bi giştî û civaka me ya êzidî bi taybt di qonaxeke çarenûsî ya hestiyar re derbas dibe Cejna Êzî tê. Xwîna civaka me ya êzidî hîna ziwan nebûye û trajîdiyên wê hîna li Şengal, Serêkaniyê, Efrînê û kampên Şehbayê dewam dikin. Her wiha hîna tevahî mîsaq, peyman û qanûnên navneteweyî tên binpêkirin. Bi hemû tiştên pêk hatine û pêk tên re civaka me ya êzidî berxwedaneke mezin ji bo parastina nirx, çand û cejnên xwe raber dike.

Em Meclisa Giştî ya PYD′ê bi vê boneyê gelê êzidî pîroz dikin û hêvî dikin ku boneyên gelê me bibin wesîleya hevgirtin û rêbaza nêzbûna helwestan li pêş tiştên bi sere gelê Kurd bi giştî de tên. Di heman demê de em bang li rêxistinên mirovî û civaka navneteweyî dikin ku bi erkên xwe rabin û dawî li van komkujî û qirkirinên li dijî etnîk, gel û kêmolan tên, di serî de civaka me ya êzidî ku rastî gelek qirkirinan hatiye."

(fr)