Alîkarekî çeteyên DAIŞʹê hat girtin

Di operasyona ewlehiyê ya hevbeş a YAT`ê û Koalîsyona Navneteweyî de kesê ku ji bo reva ji kampa Holê alîkarî dida malbatên DAIŞʹî û çek ji çeteyan re peyda dikirin, hat girtin.

Alîkarekî çeteyên DAIŞʹê hat girtin
15 kanûn, 2022   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê li ser malpera xwe daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di operasyoneke ewlehiyê de kesekî ku revandina malbatên çeteyên DAIŞʹê ji kampa Holê bi rêxistin dikir, li gundewarê rojhilat ê Hesekê hatiye girtin û miqdareke çek hatiye desteserkirin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Yekîneyên Antî Teror yên girêdayî hêzên me, bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî roja Sêşema borî (13ʹê Kanûnê) operasyoneke ewlehiyê li gundewarê rojhilat ê Hesekê li dar xist.

Di operasyonê de YATʹê terorîstek girt ku endamekî tûra revandina malbatên endamê rêxistina ʹDAIŞʹ a terorîst ji kampa Holê ye. Her wiha çek ji endamên terorîst re peyda dikir.

Di operasyonê de miqdareke çek, alavên leşkerî û telefon ên ku li gel wî hatin dîtin, hatin desteserkirin:

1-Çetek klashinkov

2-Rexteke leşkerî

3-Miqdareke çerçûr û cebilxane

4-Hejmareke telefonên destan."