Li çolistana Sûriyê 5 endamên 'Dîfa El Wetenî' hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ′ê li ser rêya Eserêya-Reqa li çolistana Sûriyê kemîn danî pêşiya wesayîta “Dîfa El Wetenî” yên girêdayî hikûmeta Şamê . Di kemînê de 5 endamên “Dîfa El Wetenî” hatin kuştin.

Li çolistana Sûriyê 5 endamên 'Dîfa El Wetenî' hatin kuştin
15 kanûn, 2022   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Di kemîna ku çeteyan daniye de, di navbera çeteyan û hêzên “Dîfa El Wetenî” de şer derket.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), çeteyên DAIŞ′ê bombeyek bi erebeya endamên “Dîfa El Wetenî” de teqand. Di encamê 3 ji wan hatin kuştin. Piştre di navbera du aliyan de şer derket û 2 endamên din ên “Dîfa El Wetenî” hatin kuştin.

Tevgera çeteyên DAIŞ′ê li wan herêman zêde bûye.

Li gorî daneyên SOHR′ê, di êrişên hewayî yên Rûsya û hikumeta Şamê û êrişên DAIŞ`ê de yên li çolistana Sûriyê, ji destpêka îsal de 408 kes hatine kuştin, ji wan 157 çeteyên DAIŞ′ê, 247 leşkerên hikumeta Şamê û alîgirên wan û 4 welatî ne.

(fr)