Newroz Ehmed: Mîsyona rewşenbîran ragihandina erka welatparêziyê ye

Endama Fermandariya QSD’ê Newroz Ehmed der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de ji rewşenbîrên herêma Cizirê re bi rêya Zoomê civînek li dar xist û bersiva pirsên wan da.

Newroz Ehmed: Mîsyona rewşenbîran ragihandina erka welatparêziyê ye
5 kanûn, 2022   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Newroz Ehmed armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker û rewşa li herêmê ji rewşenbîrên herêma Cizirê re vegot û diyar kir ku li hemberî ev êrişên ku ji bo îmha û înkarkirina gelê herêmê rol û mîsyoneke diyarker dikeve ser milê rewşenbîran.

Newroz Ehmed êrişên dewleta Tirk wek tehlûkeyeke mezin nirxand û wiha got: “Dewleta Tirk gelek caran ji bo ku êrişî herêmê bike hincet derxistin holê. Ev yek gelek car ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve hate gotin. Dewleta Tirk di van êrişan de hebûna gelê herêmê dike hedef. Ev êriş heta kûrahiya Sûriyê tê meşandin. Ne tenê navendên leşkerî dikin hedef, yekser hebûna gel di bin tehlûkeyê daye. Erdogan di vê pêvajoyê de ji bo serketina hilbijartinê bi awayekî çavkorî êriş dike. Li hemberî van êrişan bêdengbûnek heye, helbet berê jî li hemberî êrişên dewleta Tirk helwestên pir berbiçav nehatin danîn. Lê me yekser xîtabî aliyên ku piştavanî dide êrişên dagirkeriyê kir. Li vir de bertekên ku derketin roleke girîng lîstin. Di hevdîtinan de em vê dibînin ku aliyên ku piştevanî didin şorêşa Rojava jî hene. Vê rastiyê hişt ku zext li ser van dewletên ku piştêvanî didin dewleta Tirk a dagirker were çêkirin.”

‘DIXWAZIN EM DEST JI DESTKEFTIYÊN XWE BERDIN’

Hêzên ku li herêmê cih digrin ji ber zindan û kampên malbatên DAIŞ’ ê li herêmê hene, xeteriya tevgera a pejayî ya dewleta Tirk a dagirker dibînin. Her çiqasî niha hindek bertek derketinbin holê jî lê cardin jî di destpêkê ev êriş bi êrê kirina van hêzan pêk hat. Em bi awayekî zelal vê yekê dibînin. Em dizanin ku bê êrê kirina van hêzên ev êrişa dagirkeriyê pêk nehat. Niha bi taybet jî aliyê hêzên koalîsyonê derket pêş. Rûsya dixwaze em ji hindek herêmên ku lê ne derlbikevin. Armancê wan jî dema em bi herêmên Bakurê Surî re mijûl dibin da ku hêzên rejîmê jî xwe li başûrê herêmê bicih bikin. Dewletê Tirk dixwaze bi taybet li bajarên weke Tabqa, Reqa û Dêrazorê gel hem li hemberî me hem jî li hemberî Koalîsyonê rabike. Bi vî rengî dixwaze me lewaz bike da ku hêzên rejîma Sûriyê li herêmê serwer dibe.

Erdogan ew serkeftina ku ji bo biçe hilbijartinê xeyalên ku dikir ne li herêmên me ne jî Iraqê bidestxist. Ji ber wê jî wê nesekine wê her tim hewil bide armanca xwe pêk bîne. Bi taybet jî dixwaze herêmên ser sînor dagir bike. Şerta ku ji bo sekinandina van êrişan tune bûna rêveberiya Xweser e. Ji Erdogan re ne dost ne jî dijmenekî dayîmî heye ji ber wê jî serî her rêbazê dide û li ser herêmên me bazartiyê dike. Li hemberî vê jî hûkûmeta Sûrî ne xwedî helwesteke radîkal e.

‘REWŞENBÎRÊN ME XWEDÎ RIHÊ WELATPARÊZIYÊ NÊ’

Em di warê leşkerî de xwedî amadekarî ne. Her çiqasî xwestin gelê me jî bitirsînîn lê gelê me xwedî helwesteke xûrt e. Wê elbet herkes hesabê vî gelê xwedî helwest bike. Di vê mijarê de bi taybet weke rewşenbîr helwestên heyî girîng e. Dewleta Tirk bi rêka rewşenbîran feraseta xwe ye dagirkeriyê radigîhinin civakê. Lê rewşenbîrên me jî bi helwestên xwedî sekneke diyar in. Rewşenbîrên me xwedî rihê welatparêziyê ne. Di gelek şoreşan de ya ku vê diteyisînin civakê rewşenbîr in. Heta niha bi vê erkê rabûn û pêwîst e ji vir şûnde jî xurttir vê deynin holê.”