​​​​​​​YRK’ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

YRK'ê  ragihand ku gerîlayê wan Serhed Rojava 29'ê Cotmehê di êrişa balafira bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk a li ser herêma Asosê de şehîd bû.

​​​​​​​YRK’ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
5 kanûn, 2022   06:46
NAVENDA NÛÇEYAN 

Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayê xwe yê bi navê Sîpan Silêman Hesen ku di encama êrişên hewayî de şehîd bûye eşker kir.

Daxuyaniya YRK’ê wiha ye

"Me beriya niha bi raya giştî re parve kiribû ku 29’ê Cotmehê di encama lêdana balafira bê mirov ya dagirkeriya dewleta Tirk de li ser herêma Asos ya girêda Şarbajêr hevalekî me dema rabûna bi erka xwe şehîd ketiye.

Nasnameya hevrêyê me bi vî rengî ye

Nav û Paşnav: Sîpan Silêman Hesen

Nasnav: Serhed Rojava

Cih û Dîroka beşdarbûnê: 2019-Silêmanî

Cih û Dîroka Şehadetê: 2022-Asos

Dagirkeriya dewleta Tirk ya qirker di van salên dawîn de gelek caran di demên xwe yên têkçûnê de êrîşên hewayî li gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê dike. Di êrîşa 29 Cotmehê de jî hevalê me Serhed Rojava dema ku li ser erka xwe ya Şoreşgerî bû, bi êrîşeke namerdane ya bi balafirên bê mirov yên dagirkeriya dewleta Tirk şehîd ket.

Di der barê kesayeta Şehîd Serhed Rojava de;

Hevrêyê me Serhed Rojava li Rojavayê Kurdistanê di nava malbateke welatperwer de çavên xwe li dinyayê vedike, bi xeyalê zarokekî di welatekî azad de mezin dibe, rastiya dagirkeriya li ser Kurdistanê di temenê xwe yê ciwan de nas dike. Fikir û felsefeya Rêber APO dema ku nas dike di kesayeta wî de lêgerînên ber bi çiyayên Azad pêş dikevin. Bi bandorbûna xwe ya ji şerê Efrînê re di temenê xwe yê ciwan de berê xwe dide nava refên gerîla. Di nava refên gerîla de bi moral, fedakarî û bê rawestan bi dayîna ked û xwîdanê her tim dihişt ku di nava hevalên xwe de were heskirin. Li ser fikir û felsefeya Rêber Apo her tim xwe di hêla îdeolojîk û leşkerî de perwerde dikir. Ji wê yekê jî di demeke kin de xwe gihandibû asta milîtantiya rast ya bi Rêber Apo re.

Em Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK), di serî de ji malbata şehîdê xwe ya qehreman re û ji hemî gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Careke din em soz didin ku em ê di şopa hevrêyê xwe Serhed Rojava de tekoşîna xwe ya ji bo welat û Rêbertiyeke azad bê navber heta dilopa xwîna xwe ya dawîn bimeşin.“