​​​​​​​Koçberên Efrînê li hember dorpêçê li ber xwe didin

Koçberên Efrînê yên li Kampa Veger a navçeya Şêrewa dimînin, destnîşan kirin ku ew dê heta rizgarkirina Efrînê berxwedanê bidomînin.

​​​​​​​Koçberên Efrînê li hember dorpêçê li ber xwe didin
5 kanûn, 2022   01:45
ŞEHBA – XALID HESEN

Ji destpêka kirîza Sûriyê ve, herêma Efrînê ji aliyê hikumeta Şamê û komên çeteyan ve hat dorpêçkirin. Piştî ku ew ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve di 2018’an de hat dagirkirin, şêniyên wê ber bi Kantona Şehbayê koçber bûn. Li wir jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û hikumeta Şamê ve hatin dorpêçkirin. Her wiha bênavber ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin topbarankirin, lê belê şêniyan domandina berxwedanê heta rizgarkirina Efrînê û vegera lê teqez dikin.

ARMANCÊN WÎ DÊ PÊK NEYÊN

Koçbera ji Efrîna dagirkirî Dilîvan Îbiş ku li Kampa Veger a gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrewa dimîne wiha axivî: “Top li derdora kampê dikevin, da ku em ji herêmên xwe dûr bikevin û careke din werin koçberkirin. Bila Erdogan bizane ku armancên wî yên dagirkeriyê dê pêk neyên, ji bilî welatê xwe, gelê me berê xwe nade cihekî din.”

Dilîvan wiha domand: “Em rojên xwe bi zehmetî derbas dikin, ji ber dorpêça hikumeta Şamê derman, mazot, benzîn û gaz qut in. Ji wê zêdetir dewleta Tirk a dagirker cihên me topbaran dike. Ji ber wê veguhastina di nava herêmê de gelek xeter û zehmet bûye.”

Di dawiya axaftina xwe de Dilîvan bêdengiya hêzên navneteweyî û herêmî di serî de Rûsya û hikumeta Şamê ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kir û got: “Tevî van zehmetiyan, em ê li ber xwe bidin û amade ne ji bo rûmeta xwe û vegera li bajarê xwe, fedakariyan bikin.”

BERXWEDAN VEBIJÊRKA ME YE

Koçbera bi navê Nadiye Nasir der barê rewşa zarokan de piştî giranbûna topbarana dagirkeriya Tirk li ser herêmê de wiha aixvî: “Ji ber dorpêça hikumeta Şamê û topbarana dagirkeriya Tirk şênî pir zehmetiyan dikişînin.”

Nadiye wiha domand: “Heta ku xwîn di laşê me de heye, em dê bi zarok û temenmezinên xwe li ber xwe bidin, heta ku em vedigerin mal û milkên xwe yên li Efrînê.”

Girêdayî heman mijarê, koçberê bi navê Cegerxwîn Şêxo got: “Em topbarana dagirkeriya Tirk a li dijî şêniyên me yên sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin, ev êriş bi armanca koçberkirina wan û pêkanîna planên dagirkeriyê ne.”

Cegerxwîn destnîşan kir ku Efrîn a şêniyên wê ye û dagirkeriya Tirk nikare demografiya wê biguhere.

(mh)

ANHA