​​​​​​​Serokê partiyeke sûriyeyî: Çavê Erdogan li Helebê ye

Serokê Partiya Sûriye Ewlen Selman Şebîb got ku dewleta Tirk li gorî plana dagirkeriyê ya tevlêkirina axa Sûriyê ji Tirkiyê re tevidgere û destnîşan kir ku timayên dewleta Tirk ne tenê li hember bajarekî ne, lê belê li hember tevahî xaka Sûriyê ne. Şebîb bang li Sûriyeyiyan kir ku yekrêziya xwe xurt bikin.

​​​​​​​Serokê partiyeke sûriyeyî: Çavê Erdogan li Helebê ye
5 kanûn, 2022   04:45
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL HEBÎB

Êrişên dewleta Tirk a dagirker dijî herêmê ku di 19`ê Mijdarê de dest pê kiribû, dewam dikin. Di êrişan de binesazî, navendên petrolê, tenduristiyê, gund û bajar tên hedefgirtin.

Hemwextî êrişan, serok û rayedarên dewleta Tirk a dagirker gefên dagirkeriyeke nû li axa Sûriyê dixwe.

Dewleta Tirk piştî ku bajarên Cerablus, Bab, Ezaz û gundewarên Idlib, Hema û Helebê dagirk kirin, sala 2018`anêriş bir ser bajarê Efrînê û dagir kir, di sala 2019`an de jî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Serokê Partiya Sûriye Ewlen (Destpêkê Sûriye) Selman Şebîb têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: “Diyar e ku Tirkiye li gorî planeke dagirkeriyê ya li ser bingehê gav bi gav tevdigire û dixwaze xaka Sûriyê di şert û mercên ji bo wê guncaw de hêdî hêdî tev li xaka xwe bike.”

Şebîb bal kişand ser operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ku di encamê de nêzî 9 hezar kîlometre çargoşe (di nav de zêdetirî hezar bajarok û bajar wekî Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Bab, Ezaz, Cerablus, Cindirêsê) dagir kirin û diyar kir ku rûbera herêmên Sûriyê ku dewleta Tirk dagir kiriye 4 qatê rûbera herêma Colanê ya dagirkirî ye û nêzî rûbera Lubnanê ye.

Şebîb destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl didin herêmên nû yên Sûriyê dagir bike, wek destpêk jî hemû jêderên jiyanî li gelek bajar û gundên Sûriyê bi awayekî hovane topbaran kirin.

Şebîb diyar kir ku dewleta Tirk armanc dike dirêjahiya xeta sînorê Sûriyê dagir bike, demografiya wan herêman biguherîne, bi wê yekê derbeyê li Peymana Lozanê bixe, Mîsaqê Millî zindî bike.

TIMAYÊN NE TENÊ LI HEMBER SÛRIYÊ NE

Ruxmî ku rayedarên dewleta Tirk behsa dagirkirina bajarên Minbic, Kobanê û Til Rifetê dikin, lê timayên dewleta dagirker ji wê zêdetir in û berê jî hewl daye ku peytaxta Sûriyê Şamê û bajarê Helebê û deverên din dagir bike.

Şebîb di wê der barê de got: “Erdogan ji dema ku destwerdan li kar û barên Sûriyê kiriye de, aloziya li welêt kûrtir kir. Wek fatihekî osmanî yê nû soz da ku li Mizgefta Umewî nimêj bike. Paşê mijarên olî, tayîfe û neteweyî kar anîn. Xetên sor diyar dikirin, paşê dev jê dida. Ji Dera bigire heta bigihêje Hums, Hema û Helebê. Ev yek di çarçoveya planekê de ji bo zindîkirina împeratoriya Osmanî ya têkçûyî û xîlafeta wî ya mêtîngeriyê de pêk tê. Ji bow ê jî mijarên mirovî bi kar anîn û gef li Ewropayê û cîhahanê xwarin. Her wiha gelek rêbazên din ên siyasî yên di qada navneteweyî de nayên qebûlkirin, bi kar anîn.”

Şebîb destnîşan kir ku Erdogan di oxira pêkanîna projeya xwe ya mêtîngeriyê ya nû de amade ye hemû pêkhateyên gelê Sûriyê bike qurban û got: “Timayên wî ne tenê li hember Sûriyê ne, lê belê sînorên Sûriyê û Iraqê derbas dikin. Me dît çawa destwerdana gelek dewletên herêmê kir mîna Lîbya, Yemen û heta Lubanê.”

KIRYAR Û TIRKKIRIN…

Şebîb bal kişand ku dewleta Tirk li herêmên Sûriyê yên dagirkirî koçberkirina bi darê zorê, guhertina demografiyê, revandin, kutin, binçavkirin, îşkenceyê pêk tîne û siyaseta tirkkkirinê dimeşîne.

Her wiha da zanîn ku bi wê yekê arman dike dîrok, folklore û çand û nasnameya wan herêman ji holê rake û got ku plana Tirkiyê planeke mêtîngeriyê ye û pê hewl dide wan herêman tev li axa Tirkiyê bike.

ÇAV LI HELEBÊ Û JI WÊ WÊDETIR E

Şebîb wiha behsa timayên delweta Tirk kir: “Xeyalên Erdogan li tu sînoran nasekinin, heta eger QSD`ê ji seranserî sînor vekişe jî, wê dê hicetekê bibîne û planên xwe yên dijberî Sûriyê bidomîne. Çavê wî li Helebê û ji wê wêdetir e jî.”

Serokê Partiya Sûriye Ewlen Selman Şebîb tekez kir ku yekrêzî û diyaloga cidî bersivdana herî rast li hember plana Erdogan e û got, “Divê her kes di wê baweriyê de be ku sekinandina li hember van xeterî û astengiyan, tenê bi çareseriya giştî ya siyasî ya pirsgirêka Sûriyê li gorî biryara (2254) pêkan e.”

(şx)

ANHA