​​​​​​​'Çawa me DAIŞ têk bir em ê dagirkeran jî têk bibin'

Endamên Komîteya Rûspiyan a Herêma Firatê diyar kir ku berxwedan rêya yekane ya serkeftina li hemberî dewleta Tirk a dagirker e û got: "Çawa me DAIŞ têk bir em ê dagirkeran jî têk bibin."

​​​​​​​'Çawa me DAIŞ têk bir em ê dagirkeran jî têk bibin'
5 kanûn, 2022   00:30
KOABNÊ

Endamên Komîteya Rûspiyan a Herêma Firatê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê da.

Ferîde Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji Efrîn heta Şengalê gel dike hedef da ku wan qir bike û anî ziman ku gel ji her demê bêtir bihêztir e.

Ferîde Ehmed destnîşan kir ku li dijî gelê herêmê komployek mezin tê kirin, ji lew re divê ew li hember hêzên cîhanê û dewleta Tirk a dagirker hişyar bin û bi mayîna li cih û warê xwe van planan vala derxin.

Îzet Oskelî jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi teşhîrkirina gelê herêmê hewl dide ser êrişên xwe binixumîne û cîhan jî li hember van êrişan bêdeng e.

Oskelî bi domdarî got: "Em gel aşqên aştiyê ne, dewleta Tirk a dagirker jêdera herî mezin a terorê ye. Çawa zarokên me DAIŞ têk birin wê dagirkeran jî têk bibe. Em ê bi berxwedana xwe li hemberî hemû planan bibin mertal û wan têk bibin."

Henîfî Îsmet jî anî ziman ku plana dewleta Tirk a qirkirina gelê herêmê ji her kesî re xuya ye û got: "Divê em ji bêdengiya navneteweyî ya li hemberî komkujiyên dewleta Tirk ên ku li ser me pêk tîne, matmayî nemînin. Ji ber ev hêzên navneteweyî bi xwe beşdarî projeyên dagirkeriyê ne û destekê didin terora Tirkiyê."

Henîfî Îsmet bang li gelên herêmê kir ku li malên xwe bimînin, li ber xwe bidin û têkoşînê geş bikin û got: "Berxwedana rêya yekane ya serkeftina li hemberî şerê ku li ser me têne kirin."

(bb)

ANHA