​​​​​​​200 hezar kes li Şehbayê di dorpêçeke giran de ne

Bêhtirî 200 hezar kes ji şêniyên Kantona Şehbayê û koçberên Efrîna dagirkirî ji ber girankirina dorpêça li ser kantonê, bi kareseteke mirovî re rû bi rû mane ku di encamê de saziyên xizmetguzarî, tenduristî û perwerdeyê rawestiyan.

​​​​​​​200 hezar kes li Şehbayê di dorpêçeke giran de ne
4 kanûn, 2022   23:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Kantona Şehbayê ya ku zêdetirî 200 hezar kes ji niştecihên resen û koçberên Kantona Efrîna dagirkirî tê de dijîn, ber bi kareseteke mirovî ve diçe, ku Firqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker, dorpêça li ser kantona girantir kiriye.

Li dijî 4 navçeyên Kantona Şehbayê ya dorpêçkirî (Til Rifet, Ehres, Ehdas û Fafîn) siyasetên birçîkirinê ji aliyê hikumeta Şamê ve tên meşandin.

Her wiha 5 kampên koçberên Efrînê hene ew jî ev in; Efrîn, Şehba, Vegerê, Serdem û Berxwedan.

Di encama dorpêça hikumeta Şamê ya li dijî kantonê de, mazot li kantonê qut bû ku bû sedem kehrebe û internêt qut bibin, her wiha hemû xebatên xizmetguzariyê jî rawestiyan.

Ji 4 salan ve tam ji dema dagirkirina Kantona Efrînê ve di Adara 2018’an de hikumeta Şamê siyaseta birçîkirinê li dijî şêniyên Kantona Şehbayê û koçberên kantona dagirkirî dimeşîne.

Berî çend mehan Firqeya 4`an destûr dida ku 15 sahrîcên mazotê derbasî kantonê bibin, ew jî rêjeyeke pir kêm e li gor pêdiviyên kantonê ku pêdiviya wê bi 60 sahrîcan her 2 hefteyan heye.

Lê di 2 mehên dawîn de bi temamî rê li ber derbasbûna sahrîcên mazotê ji aliyê Firqeya 4`an ve hat girtin.

Ev rewş ji bo gazê derbasdar e; hikumeta Şamê hejmara tûpên ku dikevin kantonê ji 28 hezar daxist 10 hezar tûp. Nirxê her yekê jî 100 hezar lîreyên sûrî bû, lê paşê bi temamî nehişt tûp derbasî kantonê bibin.

Di encama vê dorpêçê de hemû aliyên jiyanê yên kantonê rawestiyan. Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê vê dawiyê ji ber tunebûna mazota germkirinê dewama dibistanan ji bo mehekê taloq kir. Desteyê da zanîn ku eger dorpêç bidome dê dema girtina dibistanan, dirêj bike.

Di kantonê de 27 dibistan, peymangehek û nêzî 15 hezar xwendekar ji hemû astan hene.

Her wiha ji ber tunebûna mazotê belavkirina avê bi sahrîcan li bajar û gundên kantonê û kampên koçberan jî rawestiya.

Piştî ku bendên kontrolê yên hikumeta Şamê bacên giran li erebeyên derbaskirina dermanan ber bi kantonê ve birîn, şîrê zarokan jî qut bû û derman li navendên tenduristî û dermanxaneyan jî ber bi qutbûnê ve ne.

Li ser rêya Helebê û Kantona Şehbayê ya bi dirêjiya 20 kîlometreyan 7 bendên ewlehî û hêzên hikumeta Şamê hene; Firqeya 4`an, Muxabarat Cewiye, Ewlehiya Leşkerî, Ewlehiya Dewletê, Muxabarata Giştî, Cemarêk û polîs.

(mh)

ANHA