Baregaha Zilîkan a dewleta Tirk careke din hat topbarankirin

Baregeha Zilîkan a leşkerên Tirk a parêzgeha Başîka ya Mûsilê careke din bi moşekan hat hedefgirtin.

Baregaha Zilîkan a dewleta Tirk careke din hat topbarankirin
4 kanûn, 2022   18:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor Roj News ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyek ewlehiyê, di saetên êvarê de baregeha Zilîkan a leşkerên Tirk a li Başîkayê bi 8 moşekan hat hedefgirtin ku ji cihek nediyar hatine avêtin.

Têkildarî ziyanên êrişê agahî nehatin bidestxistin.

Duh bi şev jî bi 4 moşekan heman baregeh hatibû hedefgirtin. Piştre Hêzên Parastina Îslamî ya Lîwaya Ehrar El Iraq berpirsyartiya êrişê girt ser xwe. Lîwaya Ehrar El Iraq ragihand ku bi 4 moşekên 122 milîm baregeh kirine hedef û li navenda baregehê ketine xwarê.