​​​​​​​Serokê Meclisa Gel a Asûrî: Vebijêrka me berxwedan û parastin e

Serokê Meclisa Gel a Asûrî ya Herêma Cizîrê bang li Asûriyan kir ku li kêleka pêkhateyên din bisekinin û li dijî dewleta Tirk a dagirker hevgirtina xwe xurt bikin û got "Vebijêrka me berxwedan û parastina herêmê ye."

​​​​​​​Serokê Meclisa Gel a Asûrî: Vebijêrka me berxwedan û parastin e
3 kanûn, 2022   01:53
HESEKÊ-ARAM EHMED

Dewleta Tirk a dagirker ji 19’ê Mijdarê ve bi hewldana dagirkirina herêmên nû êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Li hember van êrişan bertekên pêkhateyên herêmê zêde dibin.

Têkildarî vê yekê serokê Meclisa Gel a Asûrî ya Herêma Cizîrê Ilyas Enter Ilyas got: "Em dipirsin ku êrişên rojane yên dewleta Tirk a dagirker laneta dîrokî li dijî me ye? Em hemû Komkujiya Sêfo ya 1915′an dizanin."

Ilyas wiha diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dawîn ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefkirina avahiyên stratejîk û avahiyên enerjiyê bi armanca wêrankirina aboriya herêmê û lawazkirina Rêveberiya Xweser in. Her wiha got: "Armanca din ew e ku careke din çeteyên DAIŞ′ê werin vejandin. Êrişa li ser  kampa Holê û hewldana revandina malbatên çeteyan nîşaneya vê yekê ye."

Artêşa Tirk a dagirker 23′yê Mijdarê kampa Holê ya li başûrê rojhilatê Hesekê ku tê de bi hezaran malbatên DAIŞ′ê hene, bombebaran kir û di encamê de komeke çeteyan revî.

Ilyas wiha pê de çû: "Em Asurî, divê em bi pêkhateyên din re hevgirtî bin, li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bisekinin û nehêlin tu kes êrişî xaka me bike."

Serokê Meclisa Gel a Asûrî ya Herêma Cizîrê Ilyas Enter Ilyas di dawiya axaftina xwe de destîşan kir ku parastina xaka Sûriyê û sînorên wê berpirsiyariyeke nîştimanî ye û got: "Divê hemû xakê biparêzin û dê pirsgirêkên din bi rêya diyalogê werin çareserkirin."

(fr)

ANHA