​​​​​​​Şêniyên Til Rifetê: Em bi xaka xwe ve girêdayî ne

Şêniyên Til Rifetê û gundên nêzî herêmên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin got ew bi xaka xwe ve girêdayî ne û dê li hember planên dewleta Tirk bisekinin.

​​​​​​​Şêniyên Til Rifetê: Em bi xaka xwe ve girêdayî ne
​​​​​​​Şêniyên Til Rifetê: Em bi xaka xwe ve girêdayî ne
​​​​​​​Şêniyên Til Rifetê: Em bi xaka xwe ve girêdayî ne
​​​​​​​Şêniyên Til Rifetê: Em bi xaka xwe ve girêdayî ne
​​​​​​​Şêniyên Til Rifetê: Em bi xaka xwe ve girêdayî ne
2 kanûn, 2022   23:39
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di dawiyê Mijdarê de gundên kantona Şehba, navçeyên Şera û Şêrawayê yên li başûr, başûrê rojhilatê kantona Efrînê ya dagirkirî bi balafirên şer bombebaran kirin.

Balafirên şer derdora Til Rifetê ku tê de koçberên Efrînê hene, gundên Bêlûnyê, Malikiyê û Kefer Entiwan ku nuqteyên hêzên hikumeta Şamê tê de hene bombebaran kirin, di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gel van rewşên zehmet, şêniyên Til Rifet û gundên nêzî herêmên dagirkirî, bi xaka xwe ve girêdayî ne.

Girêdayî mijarê, welatiyê bi navê Mihemed Îd wiha got: "Ruxmî bombebaran li dijî gundên me, em zeviyên xwe yên çandiniyê de dixebitin û li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê disekinin."

Mihemed Îd wiha domand: "Çi qas dewleta Tirk a dagirker êriş bike jî em ji malên xwe dernakevin."

Li  aliyekî din jî koçbera ji Efrînê ya li Til Rifetê, Hena Mihemed wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker rojane welatiyan li Til Rifetê hedef digire û komkujiyan pêk tîne."

Hena ev tişt anî ziman: "Koçberên Efrînê jiyana xwe dewam dikin û di berxwedana li hember dewleta Tirk a dagirker de ruxmî îdiayên wê ku herêmê vala bikin û şerê taybet li dijî wan dimeşîne, li ber xwe didin."

Hevserokê Meclisa Til Rifetê Mihemed Henan jî li ser vê yekê got: "Dewleta Tirk a dagirker bi komployeke navneteweyî di Adara 2018′an de efrînê bi darê zorê koçber kir û bi erêkirina navneteweyî hewl dide careke din şêniyan koçber bike."

Henan da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker li pêş çavê cîhanê û hêzên Rûsyayê komkujiyan pêk tîne.

Henan wiha pê de çû: "Em baş dizanin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide timayên mezinên xwe yên Osmanî vegerîne û Mîsaqî Millî pêk bîne, her wiha gelê herêmê tune bike û projeya neteweya demokratîk ku hemû pêkhate û etnîk hembêz dikin, bi bin bixe."

Mihemed Henan wiha dawî li gotina xwe anî: "Em bêdengiya hikumeta Şamê ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyan û qetilkirina hêzên hikumet li eniyên şer, şermezar dikin."

(fr)

ANHA