​​​​​​​Mihemed Îsa: Divê gelê Sûriyê helwesteke cidî û berxwedêr nîşan bide

Çalakvanê siyasî yê sûrî Mihemed Îsa destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê, gelek armancên wê hene, di serî de jî vejandina DAIŞ`ê. Îsa bang li gelê Sûriyê kir ku helwesteke cidî ya redker û berxwedêr li hember van êrişan nîşan bide.

​​​​​​​Mihemed Îsa: Divê gelê Sûriyê helwesteke cidî û berxwedêr nîşan bide
3 kanûn, 2022   04:34
NAVENDA NÛÇEYAN - EKREM BERAKAT

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakvanê siyasî yê sûrî Mihemed Îsa got: “Di vê dawiyê de dewleta Tirk a dagirker, nexweşxane, malên sivîlan û binesaziya herêmên ser sînor kirin hedef. Di encamê de welatî, leşkerên sûrî yên Artêşa Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd bûn. Erdogan ji vê dixwaze gelek armancan pêk bîne, di serî de koçberkirina şêniyên resen ji sînor, ji bo wê binesaziya herêmê mîna stasyonên kehrebeyê, torên peywendiyan, derbeyê lê dide û avê qut dike. Her wiha hembêzkereke ji bo DAIŞ, El Nusra û komên din ên îslama siyasî ya terorîst ava bike û bi binesaziya îdeolojî ya AKP-MHP′ê re yek in.”

Îsa destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker armanc dike tecrubeya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û zemîna wê ya leşkerî anku QSD`ê tune bike ku projeya neteweya demokratîk pêşkêş kir û wiha domand: “Di vê projeyê de, hemû pêkhateyên herêmê cihê xwe di rêveberiyê, dewletê û civakê de digirin. Çand û dîroka xwe vedijînin. Jinan mafê wekheviyê bi dest xist ku ji bo hikumeta Erdogan metirsiyan çêdike.”

Her wiha Îsa diyar kir ku armancên hundirîn ên dewleta Tirk ji vê êrişê hene û wiha pê de çû: “Erdogan bi fikare ku di hilbijartinên bê yên parlamento û serokatiyê de ji dest bide. Dixwaze bi ser keve nexasim asta alîgirên wî kêm bû. Ji bo wê mijara penaberên sûrî û bicihkirina wan di herêma ewle de dixe rojevê.”

Der barê hewldanên dewleta Tirk ên ji bo vejandina DAIŞ`ê de Îsa got:  “QSD`ê aliyê xwecih ê yekane ye ku di tunekirina DAIŞ`ê de bi ser ket. Ji bo wê jî di şerekî çarenûsî ya niştimanî de ji bo parastina welêt û aştiya cîhanî fedakariyên mezin. Şopînerên rewşê herêmê fêm dikin ku ev êriş dê DAIŞ, Cebhet El Nusra yan jî Tehrîr El Şam vejîne.”

‘CIVAKA SÛRIYÊ ROLA TIRKIYÊ QEBÛL NAKE’

Îsa balkişand ser helwesta hikumeta Şamê li hember êrişên dawîn ên Tirkiyê û got: “Ez di wê baweriyê de me ku helwesta hikumeta Şamê bi pêş ketiye ku destwerdanê red dike û ewqas ne bi coş e ku hewldanên Rûsyayê qebûl bike ku bi Enqereyî lihev bike. Gelek nîşaneyên vê yekê hene; ya yekemîn ajansa Associated Press ragihand ku Şamê lêborin xwestiye ku şandeyekê pêşwazî nake ku Enqere plan dikir bişîne Şamê da ku rê li pêşiya lidarxistina civînekê di navbera her du aliyan de veke. Gelek dezgehên çapemeniyê ev lêborîn, wek îhaneteke şexsî û siyasî ya mezin li dijî siyaseta Tirkiyê û Erdogan wesifand.”

Îsa wiha berdewam kir: “Nîşaneya duyemîn, axaftina şêwirmenda çapemeniyê ya serokatiya Sûriyê Buseyne Şaban di vîdyoyekê de ku bi awayekî tund siyaseta Tirkiyê rexne kir û li dijî qanûna navneteweyî bi nav kir. Buseyne di qeyda vîdyoyê de diyar kir ku mafê tu dewletekê tune ye ku êriş dewleteke din bike bi hiceta ku rastî terorê tê ku jêdera wê dewleteke din e. Ya sêyemîn civaka sûrî û hemêzkera rejîmê ya dewleta Sûriyê rola Tirkiyê bi tu carî qebûl nake û djiminane dibîne.”

Di dawiyê de Îsa got divê gelê Sûriyê helwesteke cidî ya redker û berxwedêr li hember êrişên dewleta Tirk nîşan bide.

(şx)

ANHA