​​​​​​​'6 hewldanên çeteyan ên ketina Minbicê hatin têkbirin'

Endama Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Nûda Reşîd ragihand ku wan 6 hewldanên  çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ketina gundên Minbicê têk birin.

​​​​​​​'6 hewldanên çeteyan ên ketina Minbicê hatin têkbirin'
29 mijdar, 2022   23:35
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker ji şeva 19-20ʹê Mijdarê ve êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Di van êrişan de qadên sivîlan, binsazî û navendên xizmetguzariyê dike hedef. Heman demê hewldanên çeteyên wê hene ku derbasî Minbicê bibin.

Têkildarî geşedanên meydanî, endama Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Nûda Reşîd ji ANHAʹyê re axivî.

Nûda Reşîd da zanîn ku ev hefteyeke  êrişên bejahî û hewayî yên dewleta Tirk li ser gelemperiya eniyên Minbicê û herêmên li beramberî yên dagirkirî hene, her wiha liv û tevgera balafirên şer û yên keşfê hene. Nûda Reşîd diyar kir ku êriş heta roja îro dewam dikin.

Nûda Reşîd da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker 5 carî eniyên hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê kirin hedef, her wiha rojane ji nuqteyên xwe yên li başûrê bajarê Cerablusê û rojavayê bajarê Babê yên dagirkirî bi obîsan êrişan pêk tîne.

Nûda Reşîd bi domdarî got: "Li herêmên nêzî eniyên şer jî 6 hewldanên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ketina gund û nuqteyên hêzên me hebûn. Lê şervanên me baldar bûn, bersiva êrişan dan û têk birin, kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn."

Nûda Reşîd diyar kir ku ev hewldan navbera 20 û 27ʹê Mijdarê hatin kirin.

Endama Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Minbicê her wiha anî ziman ku êrişên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker wê neghêjin armancên xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şervanên me tedbîr girtine, hevalên me li eniyan parastina xwe dikin û tu windahiyên hêzên me çênebûne."

Nûda Reşîd diyar kir ku giraniya êrişan li ser gundewarê bakurê rojhilat, bakuarê rojava, bi taybetê gundên li qiraxa çemê Sacûrê ne.

Nûda Reşîd îşaret bi vê yekê kir ku tevgera artêşa Tirk dagirker û çeteyên wê li eniyên Minbicê hene.

Endama Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Nûda Reşîd di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê amade ne bersiva çi êrişên li ser bajar û gundan bidin "Ev amadekarî wê pêş bikevin û dewam bikin. Bi teqez heger êriş li ser herêmên me û gelê me werin kirin hêzên me berpirsyariya parastina herêmê girtiye ser milê xwe û dê her êrişên vê demê û yên siberojê têk bibin."

(bb)

ANHA