Dayik û hevjînên şehîdan: Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin

Dayikên Aştiyê û hevjînên şehîdan tekezî bi berdewama berxwedana li hemberî dagirkeriyê û tolhildana şehîdan kir. Her wiha bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne kir.

Dayik û hevjînên şehîdan: Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin
29 mijdar, 2022   00:47
HESEKÊ – SÎBELCAN SELMAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ji şeva 19-20'ê Mijdarê de bi balafirên bêmirov ên biçek û balafirên şer li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Têkildarî mijarê, dayik û hevjînên şehîdan hêrsa xwe li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker anîn ziman.

/kr/uploads/files/2022/11/28/193349_-large.webp

Şemsa Xelef dayîka 2 şehîdan e. Kurê wê şehîd Çekdar li Qamişloyê şehîd bûye, kurê wê yê din jî di operasyona rizgarkirina Reqayê (2016-2017) de şehîd bûye. Dayîka Şemsa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û wiha got: "Em êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêm, gel, zarok û hêzên me yên leşkerî bi tundî şermezar dikin."

Dayîka Şemsa diyar kir ku ne mafê Erdogan, ne jî mafê tu kesî tune ye ku bihostekê ji axa herêmê desteser bike û got: “Em ji tu hêzeke cîhanê natirsin. Zarokek tenê jî ji me bimîne, em ê li ber xwe bidin. Em ê çavên dijminan derxin û bi ser bikevin."

/kr/uploads/files/2022/11/28/193410_-large_1.webp

Yazê Betal jî hevjîna şehîd Berxwedan e ku di operasyona rizgarkirina Til Birakê ya 2015'an de şehîd bûye. Yazê bang kir ku Amerîka û Rûsya ji herêmê derkevin û wiha pê de çû: "Cihê wan di nava me de tune ye, tenê ji bo berjewendiyên xwe li vir dimînin. Şoreşa Rojava ne şoreşa berjewendiyan e, keç û xortên me bi xwîna xwe ya paqij axa vî welatî av daye."

Yazê da zanîn ku armanca êrişên domdar ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinavbirina hebûna Kurdan e û wiha got: "Bêdengiya Amerîkayê ya li hemberî van komkujiyan, tê wê wateyê ku ew hevkarê dagirkeriyê ye. Bila kes xeyala têkçûna me neke, em ê ji biçûkan heya mezinan li ber xwe bidin."

Yazî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ew ê tola hemû şehîdên xwe hilînin û ew ê li ser şopa wan bimeşin û heta pêkanîna serkeftinê ew ê gavekê jî bi paş de neavêjin.

/kr/uploads/files/2022/11/28/193447_-.webp

Selma Ehmed dayika şehîd Ekrem e ku di hemleya rizgarkirina Şedadê ya sala 2016'an de şehîd bûye. Selmayê bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember komkujiyên dewleta Tirk a dagirker rexne kir û wiha axivî: "Em hebûna dewletên ku îdia dikin ew hêzên navneteweyî ne û li hemberî komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî zarokên me û hêzên me yên leşkerî bêdeng in, qebûl nakin."

Selmayê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedanê û got ku ew ê heya nefesa xwe ya dawî li ber xwe bidin û wê nehêlin ku xwîna şehîdên wan vala biçe.

(hs)

ANHA