​​​​​​​ʹJi bo mîsogeriya siberoja Kurdistanê xwedîderketina li PKKʹê şert eʹ

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Remzî Şêxmûs bal kişand ser têkoşîna demdirêj a PKKʹê ya ji bo gelên Kurdistanê û got ji bo mîsogeriya pêşeroja Kurdistanê xwedîderketina li PKKʹê pêwîstiyek e.

​​​​​​​ʹJi bo mîsogeriya siberoja Kurdistanê xwedîderketina li PKKʹê şert eʹ
28 mijdar, 2022   23:41
HELEB- MIHEMED EBDO

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (P.D.K.S) Remzî Şêxmûs bi wesîleya salvegera 44ʹan a avabûna PKKʹê ji ANHAʹyê re axivî.

Şêxmûs diyar kir ku avabûna PKKʹê di sala 1978ʹan de rê li ber komployên li ser gelê Kurd û Kurdistanê di nav de Peymana Cezaîrê ya sala 1975ʹan girt û got: "Tişta cuda di têkoşîna PKKʹê de ew e ku sûd ji tecrubeyên partiyên din ên Kurdan ên dan û standinên bi doza kurdî re girt, da ku şaşiyên dîrokî û azar dîsa dubare nebin. Vê yekê hişt ku fikrê wê bi awayekî mezin di nava beşên civakê de belav bibe.”

/kr/uploads/files/2022/11/28/193604_-1.webp

Remzî Şêxmûs diyar kir ku avabûna PKKʹê ne tiştek ji rêzê bû yan klasîk bû, lê belê partiyeke gel û civakî ye û wiha domand: "Di nava refên partiyê de xwendekar û rewşenbîr hebûn ku di serî de xwe dispart fikrê çepgir. Tişta balkêş ew e ku dikarî kesayeta Kurd lêkolîn bike. Di rojên pêşîn de ciwanên Kurd bi rêxistin kirin û derfetên wan xistin xizmeta doza kurdî."

Şêxmûs îşaret pê kir ku hemwextî damezirandina PKKʹê derbeya Kenan Evren li Tirkiyê pêk hat, di encamê de ji bilî PKKʹê hemû tevgerên kurdî yên li Bakurê Kurdistanê lawaz bûn û çûn dewletên din. Şêxmûs bi domdarî got: "PKKʹê têkoşîn veguherand xeteke din û teslîmbûyîn red kir, da ku tevî zehmetiyên wê demê têkiliyên neteweyî li Bakur biparêze."

Şêxmûs destnîşan kir ku PKKʹê mijara parçebûna Kurdistanê û belavkirina wê li dewletên dagirker red kir, xwest projeya Kurdistana mezin pêk bîne, komployên navneteweyî mîna Peymana Sykes Picot û yên din yên ji barmanca jihevxistina têkiliyên gelên herêmê bi dawî bike.

ROLA JIN Û CIWANAN

Şêxmûs da zanîn ku ya ku hişt PKK mohra xwe li dîroka tevgerên kurdî bixe, baweriya wê bi hêza  jin û ciwanan e û ev tişt got: "Di dîroka Kurdistanê de cara yekemîn bû ku rola pêşeng di hemû qadan de di nava PKKʹê de tê mîsogerkirin. Jinan di fermandariya leşkerî de û fermandariyên din ên rêza yekemîn de cih girt. Her wiha girîngî da ciwanên di nava partiyê de û îmkanên wan xist xizmeta dozê. Lê partiyên din temen wekî şertê tevlêbûnê danîbûn. Ev şaştiyek e ku PKKʹê derbas kir. Ji ber ku zanekirina ciwanan, pêşxistina wan û nasandina wan bi dîroka wan kanzeyeke buha ye."

Şêxmûs di dewama axaftina xwe de welatparêziya li gel PKKʹê wiha şîrove kir: “Welatparêziya PKKʹê bi wateya xwe ya taybet ew e ku tu kurdistanî bî, ne girêdayî dewleta dagirker bî, sînorê çêkirî yê di navbera hemû dewletên dagirker de rakî û ji bo yekkirina her çar parçeyên Kurdistanê ku kar bikî. Em hemû di wê baweriyê de ne ku Kurdistan yek e ne parçekirî ye. Lê ji ber peyamên ku di vê çarçoveyê hatine pêkanîn de Kurdistan dabeşî çar parçeyan hate kirin. PKKʹê ji bo bidawîkirina şer û nakokiyên ku dewletên mêtingerên Kurdistanê derxistin, kar kir.”

PKK Û ROJAVA

Remzî Şêxmûs bal kişand ser bandora têkoşîna PKKʹê li Rojava û wiha axivî: "Bê guman rewşa Rojava taybet bû. Rêber Abdullah Ocalan li Rojava ma. Vê yekê derfet da kadroyên PKKʹê da ku fikr û îdeolojiya partiyê bi awayekî mezin di nava Kurdên li Sûriyê de belav bikin, ji wê zêdetir civakê bi rêxistin bike. Vê demeke dirêj dewam kir, ji ber ku PKKʹê Kurdên li ber ketibûnê bûn, rakir û hişt bibin xwediyê Şoreşa 19ʹê Tîrmehê. Felsefeya PKKʹê fermandarên fedakar û xwediyên rêgezê ava kirin ku Şoreşa 19ʹê Tîrmehê ragihand."

Şêxmûs anî ziman ku avabûna QSDʹê ya ji hemû pêkhateyan pêk tê berhemekî fikrê rêber Abdullah Ocalan ê biratiya gelan û jiyana hevbeş û çareseriyên ku rêber Ocalan ji bo Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê dîtine hişt ku ji rêberê partiyekê bibe rêberê neteweyî.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Remzî Şêxmûs di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku êrişên vê dawiyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hendefkirina binsaziyê di radeya yekemîn de ji bo qirkirina Kurdan e, ne ji bo hedefkirina PKKʹê ye wekî ku dewleta Tirk îdia dike û wiha got: "Em wisa xeyal bikin ku PKKʹê tune bûya, wê rweşa me çawa bûye? Di wê baweriyê de me ku bêyî PKKʹê wê Kurdistan tunebûya, ji ber ku PKKʹê mertalê pêşeroja Kurdistanê bi her çar parçeyên wê ye. Eger em di projeya xwe ya demokratîk de dewam bikin û li parçeyên din ên Kurdistanê belav bikin divê em bi hemû derfetên xwe xwedî li partiyê derkevin.”

(bb)

ANHA