Bandorên girtina deriyê Til Koçerê li koçber û penaberan

Bi hatina zivistanî re girtina deriyê Til Koçerê azarên bi sed hezaran koçber û penaberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir dike. Rêveberiya Xweser li gorî derfetan alîkariyê pêşkêş dike, lê hejmara zêde karîna wê derbas dike.

Bandorên girtina deriyê Til Koçerê li koçber û penaberan
29 mijdar, 2022   01:44
NAVENDA NÛÇEYAN-CUMA MIHEMED

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 16 kampên rêxistinkirî ava kirin. Li gorî Nivîsgeha Kar û Barên Penaber û Koçberan, di van kampan de 146 hezar penaber û koçber hene, piranî wan ji Sûriyê ne. Her wiha li gundewarên Reqa, Minbic, Tebqa û Dêrazorê kampên nerêxistinkirî hene û tê de bi hezaran koçberên lê hene. Dîsa jî bi hezaran koçber li nav gund, bajarok û bajaran dijîn.

LI SER HESABÊN DOZÊN MIROVÎ, HESABÊN SIYASÎ TÊN KIRIN

Aliyên ku destwerdanê li Sûriyê dikin, di serî de dewleta Tirk a dagirker û Rûsyaê bi mijara penaber û koçberên sûrî yên li hundir û derveyî wê dilîzin û polîtîze dikin.

Lê tedbîra her giran a ku durûtiya pîvanan li gel hêzên navneteweyî û aliyên bandorê li kar û barên Sûriyê dikin, ew e ku deriyê Til Koçer (Yarûbiyê) li pêşiya derbasbûna alîkariyên mirovî yên ku NY′yê dişîne hatiye agirtin. Alîkarî di deriyên di bin serweriya hikumta Şamê tenê re derbas dibin.

Girtina deriyê sînor ê Til Koçerê gaveke  ku koçberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji alîkariyên mirovî bêpar dihêle, di encamê de bandor li rewşa mirovî ya li herêmê jî dike.

Serokê Nivsîgeha Kar û Barên Penaber û Koçber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed wiha got: "Ambargo li ser herêmên Rêveberiya Xweser heye. Dewletên herêmê, heta Rûsyayê ji bo girtina deriyê Til Koçerê yê ku rehê sereke yên derbaskirina alîkariyên mirovî û ji bo kampa Hol û kampên din mafê vetoyê di civîna Koknseya Ewlekariyê de bi kar anî."

Ehmed îşaret bi vê yekê kir ku piştî dewleta Tirk a dagirker Serêkaniyê û Girê Spî di 2019′an de dagir kirin û şêniyên wan koçber kirin, Rêveberiya Xweser li herêma Cizîrê û Reqayê kamp ava kirin. Şêxmûs Ehmd got: "Girtina deriyê Til Koçerê jî bareke mezin li ser rêveberiyê çêkir. Ji ber ku derbasbûn û derketina gelek rêxistinên mirovî li herêmê di rêya wê deriyê re hate qedexekirin. Ji lew re me bang li aliyên navneteweyî, bi taybet NY′yê kir ku biryarekê ji bo vekirina derî bide."

Di 2014′an de Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bêyî erêkirina hikumeta Şamê destûr da ku alîkar di rêya 4 deriyên sînor de yên bi Iraq, Urdin û Tirkiyê re derbasî herêmên derveyî kontrola hikumeta Şamê bibin. Ev yek heta 2020′î dewam kir an ku dema Rûsya veto li dijî vê mekanîzmeyê bi kar anî. Di encama vetoya Rûsyayê deriyê Til Koçer ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Iraqê ve girê dide hate girtin.

Ji ber zextên Rûsya û Çînê şandina alîkariyan di 2022′yan de di deriyê Bab El Hewa yê li herêma Idlibê yê de sînordar hat hiştin ku di bin serweriya dewleta Tirk û çeteyên ′Heyet Tehrîr El Şamʹ (Cebhet El Nusra ya berê) a di lîsteya terorê de ye.

′ BAREKÎ GIRAN LI SER RÊVEBERIYA XWESER E′

Ehmed da zanîn ku Rêveberiya Xweser 16 kampên rêxistinkirî ava kirine ku tê de 146 hezar kes hene. Her wiha bi dehan kampên nerêxistinkirî li gundên Dêrazorê, Reqa, Tebqa û Minbicê hene, ji wê zêdetir jî kamp û navendên bicihbûnê ji bo koçberên Efrînê li herêma Şehba hatine vekirin.

Şêxmûs Ehmed wiha pê de çû: "Li gorî serjimariyan, bi sed hezaran şêniyên ji herêmên şer ên li hundirê Sûriyê berê xwe dane herêmên Rêveberiya Xweser. Ev yek barekî mezin li ser Rêveberiya Xweser çêkiriye, nemaze ku hêzên navneteweyî bi taybet NY′yê guh nadin azarên koçberan û astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser ên di dabînkirina pêdiviyan de.ʹʹ

Ehmed destnîşan kir ku ji bo derbaskirina alîkariyan bi rêya sînor tu mekanîzme tune ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku deriyê Til Koçerê girtî ye û ku alîkariyên komseriya penaberan dişîne bi rêya hikumeta Şamê tên. Ev sazî jî bi hikumeta Şamê re didin û distînin. Ev alîkarî li gorî hejmara mezin a koçber û penaberan gelekî kêm e. Ji wê zêdetir di van saziyan de gendelî heye."

Ehmed diyar kir ku tenê Rêveberiya Xweser û hin rêxistinên nehikumî û herêmî alîkariyan ji koçberên li kampan re peyda dikin.

GERMAYA HAVÎN Û SERMAYA ZIVISTANÊ

Ajansa me (ANHA) di dirêjahiya salê de rewşa mirovî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopîne, di havîna borî de bi bilindbûna pileyên germahiyê koçberên di kampan de azarên nepaqijiya avê kişandin. Ji ber ku alîkariyên navneteweyî pir kêm in û ava çemê Firatê jî ji hêla dewleta Tirk a dagirker hate kêmkirin. Di encamê de gelek nexweşî û pandemî mîna kolera û hwd belav bûn.

Bi hatina zivistanê re gelek konên koçberan bi kêr nayên û niştecihan ji seqema zivistan û baranê naparêzin, her wiha pêdiviyên germkirinê jî ne baş in.

Şêxmûs Ehmed diyar kir ji dema ev kamp hatine avakirin ve, kon hîna nehatine guhartin û got: "Tevî ku di bernameya NY′yê de heye ku divê betanî û isfincên ku niştecihên kampan bi kar tînin werin guhartin, cil, şîrê zarokan û dermanên nexweşiyên giran mîna nexweşiyên dil, şekir werin pêşkêşkirin."

Lê piranî kampan koçber azarên lawazbûna binesaziyê dikişînin. Pêdiviya zemîna piranî kampan bi sererastkirinê heye, ji ber  ku av tê de kom dibe û herî çêdibe.

Li hemberî lawaziya gihandina alîkariyan jî Rêveberiya Xweser bi tena xwe alîkariya kocberên li herêmên xwe dike, lê hejmara zêde karîna wê derbas dike.

′NY′YÊ ÎTÎRAFÊ BI ŞÊNIYÊN JI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ KOÇBER BÛNE NAKE′

Serokê Nivsîgeha Kar û Barên Penaber û Koçber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed di dawiyê de got: "NY′yê derbasî kampên şêniyên ku dewleta Tirk a dagirker ji herêmên dagirkirî koçber kirine nebû, xwedî lê derneket û tu alîkarî jî pêşkêş nekir."

(fr)

ANHA