Dewleta Tirk a dagirker Til Rifet, gundên Şehba û Şêrawayê topbaran dike

Hemwextî tevgera balafirên şer ên dewleta Tirk li asîmanê herêmê, dagirker derdora navçeya Til Rifetê û gundên herêma Şehbayê û navçeya Şêrawayê topbaran dike.

Dewleta Tirk a dagirker Til Rifet, gundên Şehba û Şêrawayê topbaran dike
28 mijdar, 2022   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, hemwextî tevgera balafirên şer ên dewleta Tirk li asîmanê herêmê, dagirker derdora navçeya Til Rifetê û gundê Bêlûniyê yê herêma Şehbayê topbaran dike.

Her wiha hat zanîn ku di heman demê de dewleta Tirk a dagirker gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran dike.

Lê agahiyên dîtir der barê topbaranê de nehatin bidestxistin.

ANHA