Şêniyên Hesekê cenazeya şehîd Xalid Oso oxir kir

Şêniyên Hesekê cenazeya şehîd Xalid Zobe Oso li goristana şehîd Dijwar a gundê El Dawidiyê oxir kir ku di encama topbarana dewleta Tirk a li dijî depoyên genim ên li gundê Zehir El Ereb de şehîd bûbû.

Şêniyên Hesekê cenazeya şehîd Xalid Oso oxir kir
Şêniyên Hesekê cenazeya şehîd Xalid Oso oxir kir
Şêniyên Hesekê cenazeya şehîd Xalid Oso oxir kir
Şêniyên Hesekê cenazeya şehîd Xalid Oso oxir kir
Şêniyên Hesekê cenazeya şehîd Xalid Oso oxir kir
Şêniyên Hesekê cenazeya şehîd Xalid Oso oxir kir
Şêniyên Hesekê cenazeya şehîd Xalid Oso oxir kir
Şêniyên Hesekê cenazeya şehîd Xalid Oso oxir kir
Şêniyên Hesekê cenazeya şehîd Xalid Oso oxir kir
21 mijdar, 2022   15:25
HESEKÊ

Bi beşdarbûna bi sedan şêniyên Hesekê merasîma oxirkirina cenazeya şehîd, hatin lidarxistin. Di merasîm de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Hecar Ebdo axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û piştrast kir ku dewleta Tirk ji êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike ku komkujiyan li dijî şêniyên herêmê pêk bîne.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê Şoreş Hesekê axivî û diyar kir ku şehîd Xalid xwedî îradeyeke bi hêz bû, tevî ku ji bajarê xwe Serêkaniyê koçber bûbû, lê belê deqeyek jî dev ji erka xwe berneda. Her wiha Şoreş soz da ku rêya şehîdan bişopînin heta ku azadî pêk were.

Pismamê şehîd Xalid, Mehcûb Oso destnîşan kir ku şêniyên Serêkaniyê ji dema ku bajarê wan dagir bûye ve, soz dane ku dev ji Rojava bernedin û wê biparêzin heta ku bi ser dikevin.

Wesîqeya şehîd Xalid Oso ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hat xwendin û radestî malbata wî kir.

(dm)

ANHA