​​​​​​​Rûspiyên eşîrên navçeya Sirînê: Em bi QSD’ê re ne

Rûspiyên eşîrên navçeya Sirînê topbarana li ser herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin ew bi QSD`ê re ne.

​​​​​​​Rûspiyên eşîrên navçeya Sirînê: Em bi QSD’ê re ne
21 mijdar, 2022   13:51
KOBANÊ

Rûspiyên navçeya Sirînê ya başûrê Kobanê ya Herêma Firatê, bi daxuyaniyekê topbarana li ser herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin, daxuyanî li çerxerêya navçeya Sirînê ji aliyê serokeşîrê Imêrat Şêx Hemîd Îbrahîm El Hemîd ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de topbarana dagirkeriya Tirk hat şermezarkirin û ew wek siyaseteke hovane ya nû ya dagirkeriya Tirk li dijî şêniyên herêmê hat nîşandan.

Rûspiyan di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka kirîza Sûriyê ve hewl dide nakokiyan di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û deverên din ên Sûriyê de derxe, ji bo vê yekê jî bi hemû rêbazan hewl dide çeteyên xwe yên ku li ser destê şêniyên herêmê têk çûne, vejîne.

Di dawiya daxuyaniyê de rûspiyan destnîşan kir ku ew ê li kêleka QSD’ê bin û gotin ew erka her kesî ye ku piştgiriyê bidin QSD’ê.

(mh)

ANHA