Li 4 bajaran gel li dijî êrişên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî meşiyan

Li Tebqa, Reqa, Dêrazor û Eyn Îsayê bi hezaran kesî êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hêzên navneteweyî yên li hemberî êrişan şermezar kirin.

Li 4 bajaran gel li dijî êrişên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî meşiyan
Li 4 bajaran gel li dijî êrişên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî meşiyan
Li 4 bajaran gel li dijî êrişên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî meşiyan
Li 4 bajaran gel li dijî êrişên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî meşiyan
Li 4 bajaran gel li dijî êrişên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî meşiyan
Li 4 bajaran gel li dijî êrişên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî meşiyan
Li 4 bajaran gel li dijî êrişên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî meşiyan
Li 4 bajaran gel li dijî êrişên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî meşiyan
Li 4 bajaran gel li dijî êrişên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî meşiyan
Li 4 bajaran gel li dijî êrişên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî meşiyan
21 mijdar, 2022   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên zêde dibin. Li Tebqa, Reqa, Dêrazor û Eyn Îsayê bi hezaran kesî daketin qadan û hêrsa xwe nîşan da.

TEBQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cmLL10RKlh4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Şêniyên navçeya Cirniyê ya Tebqayê ji ber navenda Çand û Hunerê heta avahiya Meclisa Sivîl meşiyan. Şêniyan pankartên bi nivîsên "Rûsya û Amerîkayê; ji bêdengiya xwe li hemberî sûcên dewleta Tirk derdevin" û "Na ji dagirkeriya Tirk re " vekirin  û dirûşmên silavkirina berxwedana QSD, berxwedana gelan û şermezarkirina dewleta Tirk a faşîst berz kirin.

Li ber avahiya Meclisa Sivîl ji bo şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endamê Meclisa Navçeya Cirniyê Cuma El Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk teqîna li Stenbolê û sûcdarkirina QSDʹê  wekî hincet ji bo domandina êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar anî. Her wiha hate diyarkirin ku ev êriş bi erêkirina Rûsya û Amerîkayê têne kirin.

Di daxuyaniyê de hate got: "Em ê piştgiriya bi QSDʹê re dewam bikin, em ê xeta şehîdan bişopînin û herêmên xwe biparêzin."

REQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ApU70RhMrug" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi sedan şêniyên rojhilatê Reqayê, endamên meclisên gel û şaredariyan li pêş Meclisa Giştî ya bajarokê Keramê kom bûn û ber bi têketina bajarok a li aliyê rojava ve ketin rê. Şêniyan alên QSD′ê, wêneyên şehîdan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildan û desteka xwe bi QSD′ re nîşan da.

Şêniyên rojhilatê Reqayê daxuyaniyek da ku hevserokê Meclisa Giştî ya Xeta Rojhilat Îbtîsam El Ehmed daxuyandî xwend û tê de hate gotin: "Em şêniyên xeta rojhilat, gelê Keramê, saziyên sivîl û leşkerî li vir kom bûne ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê me şermezar bikin.

Em van sûcên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û banga bidawîkirina van êrişên li dijî welatiyan dikin."

Xwepêşandan bi diruşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirk bi dawî bû.

DÊRAZOR

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZocC0R1oQ_g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Meclisa herêma rojhilat a rojhilatê Dêrazorê xwepêşandaneke girseyî li dar xist, tê de bi sedan şêniyên rojhilatê Dêrazorê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, gelek rûspiyên eşîran û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê beşdar bûn.

Xwepêşandan ji pêşiya Nexweşxaneya Giştî ya Hecînê br bi Meclisa Gel a Hecînê ve dest pê kir. Şêniyan pankartên; "Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike û QSD′ê me diparêze", "Bi hev re Sûriyeke pêşerojê ava bikin", "Bila mirovahî li hember sûcên Tirkiyê şermez bike" hildan.

Xwepêşandan li pêş Meclisa Gel a Hecînê veguherî mitingê. Li wir hevserokê Meclisa Gel a Hecînê Mihemed El Umêrî li ser navê şêniyên rojhilatê Dêrazorê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya şêniyan de hate gotin armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan ewlehî û îstîqrara herêmê tevlihev bike û projeya biratiya gelan derbe bike ku rêber neteweyî Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye û dewleta Tirk wê projeyê li ser xwe xeter dibîne,.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şêniyên herêma rojhilatê Dêrazorê ji şêx, rûspî, rewşenbîr, jin, ciwan, karker û cotkar li kêlek Rêveberiya Xweser û QSD′ê ne.

Li rojhilatê Dêrazorê jî, bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger daxuyaniyek hat dayîn.

Daxuyanî wiha ye: “Em amade ne li hember hemû êrişan bisekinin û bang li gelê xwe dikin ku ji vî şerî re amade bin. Em li ser xaka ne û nabin kole."

Şêniyên Dêrazorê xwepêşandana xwe bi diruşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û piştgiriya bi QSD′ê û Rêveberiya Xweser re bi dawî kir.

EYN ÎSA

Şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên kantona Girê Spî ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwepêşandan kirin. Şêniyan tekez kir ku ew ê berxwedan û têkoşînê bidomînin.

Xwepêşandan ji pêşiya Mizgefta Mezin dest pê kir û heya Çerxerêya Şehîd Cûdî ya li navenda navçeyê domiya. Xwepêşandêran wêneyên qurbanên komkujiyên dewleta Tirk a dagirker li navçeyê (komkujiya Sefewiyê ku malbatek bi giştî tê de bû qurban), alên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, alên Kongra Star û alên Hêzên Sûriya Demokratîk bilind kirin.

Beşdaran bênavber bi berzkirina dirûşman berxwedana (QSD) silav kir û "Hilweşe Erdoganê faşîst" qêriyan.

Piştî ku xwepêşandêr gihiştin çerxerêya şehîd Cûdî, hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk a kantona Girê Spî Sebrî Nebo axivî û tê de rehma xwe li şehîdên bombebarana dewleta Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Nebo wiha got: "Hêzên navneteweyî û Yekitiya Ereban ji êrişên hovane yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina wê ya sivîlên bêguneh, berpirsyar in, ji ber nepabendî qanûnên ku hedefgirtina sivîlan di şer de qedexe dikin."

Sebrî Nebo tekez kir ku ew xwe naspêrin dewletan ku wan biparêzin, lê belê ew xwe dispêrin berxwedana gelê xwe û QSD`ê yên ku wan diparêzin.

Xwepêşandêran di dawiyê de bi berzkirina sloganan QSD`ê silav kir û Erdogan bi “kujer” bi nav kir.

(EKÎP)

ANHA