​​​​​​​′Divê gelên Kurdistan û cîhanê tevgera xwe li dijî êrişên kîmyewî bilind bikin′

Endamên Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê şaxê Hesekê û sekreterê Giştî ya Partiya Avaker û Pêşxistinê ya Sûrî bang li gelên Kurdistan û cîhanê kir ku têkoşîn û tevgera xwe li dijî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk bilind bikin.

​​​​​​​′Divê gelên Kurdistan û cîhanê tevgera xwe li dijî êrişên kîmyewî bilind bikin′
16 mijdar, 2022   00:50
HESEKÊ-BASIL REŞÎD-BASIM EL DEXÎL

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê zêde bûn, tê de çekên kîmyewî û gazên jehrî li gel bêdengiya navneteweyî bi kar tîne.

Bertekên gel li hember bikaranîna çekên qedexekirî li dijî gerîlayan, girtina rojnameger, siyasetmedar û çalakgerên mafên mirovan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve zêde dibin.

/kr/uploads/files/2022/11/15/180340_-large.webp

Der barê mijarê de, endamê Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê şaxê Hesekê Ezîz Silêman wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker bi nêzbûna hilbijartinan re, bi rêya bikaranîna çekên kîmyewî li dijî HPG′ê li Başûrê Kurdistanê mijarên xwe bi dawî bike."

Silêman bal kişand ser ku AKP′ê rojnameger, siyasetmedar û çalakgerên mafên mirovan û her kesê sûcên wê eşkere dike li pêş çavên cîhanê rojane digirt û wiha domand: "Armanca dewleta Tirk ji vê yekê berxwedana gerîla bişikîne."

Silêman di dawiya gotina xwe de bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û yên têkildarî qedexeya bikaranîna çekên kîmyewî ku dewleta Tirk li dijî gerîlayan bi kar tîne, rexne kir.

/kr/uploads/files/2022/11/15/180328_-large.webp

Li aliyekî din jî endamê yekitiyê Ezher Ehmed îşaret bi acizbûna dewleta Tirk a dagirker li hember berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê kir ku li dijî çekên kîmyewî bi kar tîne û ev tişt got "Dewleta Tirk a dagirker angaşt dike ku bi rêya bikaranîna van çekan doza gel ku dîrok û rihê wê kûr e bi dawî bike."

Ejeêd bang li tevahî gelê Kurdistan û gelê cîhanê kir ku tevgera xwe ji bo piştgiriya gerîlayan li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bilind bikin, helwestên xwe nîşan bidin, êrişên dagirkeriya Tirk şermezar bikin û serî li hember hemû kiryarên li dijî tunekirina gelên herêmê hildin.

/kr/uploads/files/2022/11/15/180306_-.webp

Li aliyekî din jî sekreterê giştî yê Partiya Avaker û Pêşxistinê ya Sûrî Îbrahîm El Xelîl êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayan şermezar kirin û wiha got: "Dagirkeriya Tirk hemû qanûn û mîsaqên navneteweyî yên bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dikin, bin pê dike."

El Xelîl li ser armanca dewleta Tirk a dagirker wih domand: "Armanca wê têkbirina berxwedana gelê Kurdistanê, dagirkirina erdnîgariya wan û berfirehkirina rûberiya dagirkeriya xwe ye."

El Xelîl di dawiyê de wiha got: "Divê civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî ji bêdengiya xwe li hember sûcên dagirkeriya Tirk derkevin. Ji ber ew armanc dike hebûna me tune bike."

(fr)

ANHA