​​​​​​​Li Kobanê salvegera 44’an a damezirandina PKK’ê hat pîrozkirin

Li Kobanê salvegera 44’emîn a damezirandina PKK’ê bi 2 şahiyên li bajarokên Taşlûk û navçeya Celebiye hat pîrozkirin.

​​​​​​​Li Kobanê salvegera 44’an a damezirandina PKK’ê hat pîrozkirin
15 mijdar, 2022   13:55
KOBANÊ

Li navçeya Çelebiyê bi dehan ciwan û şêniyên navçeyê li qada dibistanê kom bûn û salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pîroz kirin.

Di şahiyê de hevserokê Komîteya Rêxistinî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeyê Ebdurehman Şêx Xelef axivî û salvegera damezirandina PKK’ê li rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan û tevahî gelê Kurd pîroz kir.

Her wiha Xelef, şehîdên azadiyê di serî de şehîd Hakî Kerer yekemîn şehîdê PKK’ê bi bîr anîn bibîranîn û soza şopandina rêya wan da.

Li bajarokê Taşlûkê jî bi dehan şênî şahiyek li dar xist û tê de salvegera damezirandina PKK’ê ku di 27’ê Mijdarê de pîroz kir.

 (mh)

ANHA