Li Hesekê çalakiyên bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî"

Li bajar û navçeyên kantona Hesekê bi diruşma "Li dijî hemû cûreyên tundiya dewletan û zihniyeta mêr, Jin, Jiyan, Azadî" çalakiyên 25ʹê Mijdarê hatin lidarxistin.

Li Hesekê çalakiyên bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî"
Li Hesekê çalakiyên bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî"
Li Hesekê çalakiyên bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî"
Li Hesekê çalakiyên bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî"
Li Hesekê çalakiyên bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî"
Li Hesekê çalakiyên bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî"
Li Hesekê çalakiyên bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî"
Li Hesekê çalakiyên bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî"
Li Hesekê çalakiyên bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî"
15 mijdar, 2022   13:58
HESEKÊ

Bi boneya nêzîkbûna 25ʹê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, li navçeyên Til Temir û Hol û bajarê Hesekê semîner ji bo dansîna 25ʹê Mijdarê hatin dayîn. Her wiha li navenda bajar jinên ciwan meşek li dar xist.

TIL TEMIR

Kongra Star a Til Temirê semîner ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn re li hola civînan a Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn organize kir.

Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hayîstan Ehmed bal kişand ser cureyên tundiya li ser jinan û diyar kir ku tundiya fîzîkî, dirûnî, ruhî, devkî, tendurîst hene.

HOL

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0jcQ4hXwpIE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li navçeya Holê jî semînerek li hola PYDʹê bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl û şêniyên navçeyê  hat dayîn.

Semîner ji aliyê endama rêveber a Kongra Star a Holê Nîroz Ferhan û endama PYDʹê Sacîda Hesen ve hate dayîn.

Di semînerê de behda dîroka 25ʹê Mijdarê wekî Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan hat kirin.

Semîner bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

HESEKÊ

Li navenda TEV-DEMʹê ya bajarê Hesekê jî bi beşdarbûna bi dehan jinan semîner hat dayîn.

Semîner ji aliyê endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Hesekê Rîma Ehmed ve hat dayîn. Rîma Ehmed behsa sedem û cureyên tundiya li ser jinan kir û got: "Sedemên çandî, perwerdeyî, urf û adetên şaş û sedemên aborî yên tundiyê hene."

Bi heman boneyê Yekitiya Jinên Ciwan meşek li dar xist. Meş ji çerxerêya Sînalko ya taxa Til Hecer dest pê kir û li çerxerêya Kevokê bi dawî bû. Di meşê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Na ji tundiya li ser jinan re" hatin berzkirin.

Her wiha wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Kongra Star, pankartên bi nivîsên "Em hemû Jîna Emînî ne", "Jin, Jiyan, Azadî", "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e", "Bi rihê Viyan û Nûjiyanan em ê di şerê azadiyê de bi ser bikevin" û "Qetilkirina jinan qetilkirina jiyanê ye" hatin vekirin.

Li çerxerêya Kevokê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê Medya Ebdurehman axivî û got nameya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi boneya 25ʹê Mijdarê ev e " Li dijî hemû cûreyên tundiya dewletan û zihniyeta mêr, Jin, Jiyan, Azadî".

Medya Ebdurehman anî ziman ku azadiya jinan azadiya civakê ye û wiha domand "Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê azadiya xwe di projeya demokratîk de dibînin a ku ji fikr û ramanê rêber Abdullah Ocalan derketiye. Bêyî azadiya jinan civak azad nabin. Ji ber vê yekê em ê têkoşîna xwe xurt bikin heta ku azadiya tevahî jinên bindest û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bikin."

Çalakî bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

ANHA