​​​​​​​Partiya Çepgir a Swêdê têkildarî êrişên kîmyewî dest bi kampanyayekê kir

Partiya Çepgir a Swêdê ji bo balê bikişîne ser êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagiker bi navê ‘Tu jî dengê xwe bilind bike’ kampanyayek da destpêkirin.

​​​​​​​Partiya Çepgir a Swêdê têkildarî êrişên kîmyewî dest bi kampanyayekê kir
12 mijdar, 2022   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Çepgir a Swêdê ji bo ku balê bikişîne ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla, kampanyayek da destpêkirin.

Berdevka Partiya Çepgir a bajarê Upsalayê Ylva Larsdotter têkildarî kampanyayê de dîmenek weşand û wiha got: "Em dixwazin bi vê vîdeoyê bala we bikişînin. Rapor hene ku dibêjin Tirkiyê bi madeyên kîmyewî li dijî Kurdan sûcê şer kiriye. Tu jî vîdeoyekê bikişîne û li ser medyaya dîjîtal dengê xwe bide bihîstin."

Cîgirê yekemîn ê şaredar Tobîas Smedberg jî got: "Dewleta Tirk 39 sal in operasyonên dagirkeriyê yên leşkerî dimeşîne û niha jî raporên bikaranîna kîmyewî tên ber destê me. Ev rewşeke gelekî giran e û divê bala cîhanê bikişîne."

Parlamenter Îlona Szatsmari Waldau jî wiha axivî: “Divê li ser raporan were sekinandin. Bikaranîna çekên kîmyayî sûcekî şer, sûcekî li dijî mirovayetiyê ye û sûcekî hiqaûqa navneteweyî ye."

Endama Desteya Rêveber a Partiyê, Yekbûn Alp jî ev peyam da: "Partiya Çepgir hiqûqa navneteweyî û mafên gelê Kurd diparêze. Sûc tenê bi bêdengiyê tên kirin û tên jibîrkirin. Lewma hûn jî dengê xwe bilind bikin."