Serhildana li Rojhilat û Îranê 56 roj e didome

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike. Duh jî li bajarên Rojhilat û Îranê çalakî li dar ketin û kesên di çalakiyan de hatine kuştin, hatin bibîranîn.

Serhildana li Rojhilat û Îranê 56 roj e didome
12 mijdar, 2022   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya ji bo azadî û li dijî qetilkirina Jîna Emînî duh jî di roja xwe ya 56’an de dewam kir.

Li bajarên Sine, Mehabad, Bokan, Kamyaran û gelek herêmên din ên Rojhilatê Kurdistanê, ciwan û jinan bi çalakiyên cuda nerazîbûnên xwe anîn ziman û çalakî li dar xistin.

Li bajarokê Serdeşt ji ber kuştina welatiyê bi navê Hêmin Hemze li gundê Bêwranî yê heman bajarokî xwepêşandaneke mezin hate lidarxistin. Cenazeyê Hêmin Hemze bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ spartin axê û piştî merasîmê xwepêşandan hate lidarxistin. Hêzên rejîmê li vir êrişî xwepêşandanê kir û alozî derket.

Li bajarê Xuremawa yê Loristanê jî cenazeyê welatiyê bi navê Sam Bîranwend spartin axê û li wê derê jî hêzên rejîmê gule li welatiyan reşandin, girseya tev li merasîmê bû dest bi xwepêşandanê kir.

Li bajarên Beluçistanê yên Zahîdan, Rask, Wêranşar, Xaş, Pîşin, Serawan û Çabehar xwepêşandan û çalakî hatin lidarxistin. Li gelek bajarên Beluçistanê hêzên rejîmê hewl da bi rêya êrişan dawî li xwepêşandanan bînin.

Li Tehranê jî çileya zarokê 17 salî yê bi navê Îhsan Xan Mihemedî hate lidarxistin û piştî wê jî xwepêşandan hate lidarxistin. Li Tehranê gelek çalakiyên din jî hatin lidarxistin û dijî rejîmê dirûşme hatin qêrîn.

Li Qumê jî çalakî hatin lidarxistin û dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li ser dîwaran hate nivîsandin. Li çiyayek Tehranê komek çalakvan, ji bo piştgiriya serhildana li Rojhilatê Kurdistan û bajarên din ên Îranê pankarta ku li ser ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatibû nivîsandin bilindkirin.

Duh Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê dabû zanîn ku di nava 55 rojên xwepêşandanan de bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 130 jin û 645 mêr hatine destgîrkirin û herî kêm 67 kes hatine kuştin.