Gelo dê hikumeta Iraqê li ber xwe bide yan xetimîneke siyasî dê çêbe?

Piştî saleke ji nakokiyên tund, guherîneke siyasî ku iraqiyan hêviya başbûna aborî û ewlehiyê dikir, Iraqê dosyayên serokatiya komarê û hikumetê girtin. Lê siyasetmedar û pisporan bi dûr naxin ku xetimîneke din li Iraqê çêbe, ji ber pirsgirêk ne tenê hikumet in, lê belê xwezaya sîstema siyasî ya li ser parvekirina etnîkî û neteweperstiyê ye, ji wê zêdetir jî destwerdanên derve li welat.

Gelo dê hikumeta Iraqê li ber xwe bide yan xetimîneke siyasî dê çêbe?
7 mijdar, 2022   04:25
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL HEBÎB

Ruxmî girtina dosyayên serokatiya komarê û hikumetê, lê hîna iraqî mitirsîdar in ku têkbirina siyasî pêk bê ku mijaran vegerîne çargoşeya yekemîn.

Parlamentoya Iraqê pêncşema borî bawerî da hikumeta serokwezîr Mihemed Şiya El Sûdanî.

Iraqiyan hêvî kir ku rewşa siyasî, piştî serokkomar û serokê hikumetê hate erdkarkirin û bawerî ji serokê hikumetê re hat dayîn, baş be, krîzên aborî, xizmetugzarî, rewşa jiyanî û civakî baş be, lê ev hikumet rûbirûyî gelek astengiyan bû.

ZAYÎNA DIJWAR

Sûdanî ku walî û wezîrê berê bû û ji çîna siyasî, şîe ya klasîkî ye, di 13′yê Cotmehê de ji hêla serokkomarê nû Ebduletîf Reşîd ve, ji bo avakirina hikumetê hate erkdarkirin. Sûdanî namzetê hêzên siyasî yên di bin sîwana Çarçoveya Hemahengiyê de ku nêzî Îranê ye.

Şepêla Sedr di vê hikumetê de nebû hevrikê Çarçoveya Hemahengiyê. Ji ber Muqteda Sedr di demeke berê de soz dabû ku beşdar nabe.

Par, nakokiyên di nava Şepêla Sedr û Çarçoveya Hemageniyê de pir mezin bûn. Di dawiya Tebaxê de li kolanan tundiyeke mezin hebû, zêdetirî 30 kesî ji alîgirên Sedr di pevçûnên bi artêşê û hêzên Heşid El Şebî re hatin kuştin.

Şîrovekarê siyasî yê Iraqî Omar El Behadilî li ser mijarê ji ajansa me re wiha got: "Hikumet di zayîneke dijwar a nexwezayî de hatin, ew li dijî vîna hin hêzên siyasî hatin avakirin, bi taybet Şepêla Sedr ku ji desthilata qanûnsaz û xebatên siyasî vekişî. Ji ber ji rêveçûnên xebata siyasî bi taybet piştî pêşniyara projeya piraniya siyasî ku hêzên Çarçoveya Hemahengiyê dijberî wê sekinîn, ne razî bû. Bi wê re yek ji astengiyên vê demê rûniştina Şepêla Sedr li ser girekî ye, çavdêriyê dike û dijberî wê disekine. Lê ev dijberî dijberiya gel û Sedr e, dibe ku maseyê li ser serê wan bizîvirînin, heke bernameya hikumetê ya Sûdanî di merheleya bê de bi ser neket."

ASTENGIYÊN MEZIN, TEVLIHEV Û GIRÊK

Li hember hikumeta Sûdanî gelek astengî hene, ji wan jî nakokiyên di hundirê Çarçoveyê de ku hikumeta ava kir û dijberiya Sedr ji vê hikumetê re, her wiha tevliheviya rewşên aborî û ewlehî.

Li ser vê yekê El Behadilî wiha domand: "Li hember hikumeta Sûdanî astengiyên mezin, tevlihev û girêk hene, dibe ku li ser pisporan heta li ser çîna siyasî diyarkirina van astengiyan zehmet be. Gelo aborî serê pêşîn ê van astengiyan e, lê ewlehî yan jî xizmetguzarî yan jî siyaset. Bi wê re hikumeta Sûdanî di rewşeke xerab de ye, bi taybet hikumetê şertgirî li ser çareserkirina hemû pirsgirêkên berê yên piştî 2003′yan da."

El Behadilî ev tişt got: "Sûdanî çareserkirina dosyaya gendeliya siyasî dide pêş, bi taybet hin kesayet di serê desthilatê de hene ku gendeliyê dikin. Gelo Sûdanî dê bibe çareserker?Gelo dê Sûdanê li hember seriyên mezin ên gendel derkeve?

El Behadilî wiha pê de çû: "Astengiyeke din heye, ew jî aborî ye û destpêkê bi budceya 2023′yan û xwezaya wê ve girêdayî ye. Her wiha diyarkirina deriyên vê budceyê, mezinbûna wê dê çawa be. Li gorî nîşaneyên heyî, mezinahiya darayî ya budceyê ji 120 heta 130 milyar dolar e, gelo dê çawa ji aliyê fînans û bikaranînê ve werin belavkirin?"

Li ser vê xalê, El Behadilî ev tişt anî ziman: "Hin tevlihevî di bihabûna petrolê ya cîhanê de hene, dibe ku em li pêşberî kêmbûna bihaya petrolê bin, ew jî piştî hevbendiya heft alî di diyarkirina bihaya petrola rûsî de. Ev giştî ligel bêkariya ku rêjeya wê ji sedî 40 e, astengî ne. Pêdiviya van krîz û astengiyan bi lêkolîn û kesên pispor di aliyên aborî, civakî û xizmetguzarî de hene. Bi wê re ev astengî ji bo hikumeta Sûdanî ji merheleya bê re yên pêşîn in."

GEO DÊ HIKUMETA SÛDANÎ DEMA XWE YA ERKDARIYÊ XWEZAYÎ TEMAM BIKE?

Li gel van astengiyan, gelek çavdêran temenekî diyar ji hikumeta Sûdanî re danîn, li kêlek wê jî axaftinên li ser vegera derketina welatiyan li qadan û îhtîmala lidarxistina hilbijartinên pêşwextî hene.

El Behadilî wiha axivî: "Ev yek li ser asta serkeftina Sûdanî di pêkanîna bernameya xwe ya hikumî de ku 23 mijar in, disekine. Ev mijar li ser qanûnsazî, rêveberî, siyasî, aborî, civakî, çandî, ewlehî û xizmetguzarî tên belavkirin. Bi wê re ger Sûdanî di van xalan de bi ser ket, dibe ku hikumeta xwe xwezayî temam bike, yan jî ger bi bin ket dê nêrînek din ji Şepêla Sedr, Rêveberiya Gel an jî rêveberiya siyasî ya giştî, hebe."

El Behadilî diyar kir ku civata navneteweyî asta derfetên serketina hikumeta Sûdanî di pêkanîna bernameya xwe ya hikumetê de dişopîne, lê ger nebû dê hilbijartinên pêşwext hebin. Lê pêdiviya van hilbijartinan bi demeke diyar, amadekirina rewşên guncaw hene, li vir jî mebesta min rewabûnên qanûnsazî, veqetandinên darayî, pêdiviyên hunerî yên girêdayî qanûna hilbijartinê û nexşekirina daîreyên hilbijartinê û pêdiviyên komseriya bilind a serbixwe ya hibijartinan ji lojîstîkê re hene."

PÊDIVIYA SÎSTEMA SIYASÎ YA IRAQÊ BI JÛNVE VEGERA LI GELEK ALIYAN HEYE

Ruxmî axaftina li ser encamên vê başbûna siyasî, lê çavdêran diyar kir ku pirsgirêka Iraqê ne tenê guhartina hikumetê ye, lê belê xwezaya sîstema siyasî ye ku ji dema piştî êrişa Amerîka li ser Iraqê ve pêk hatiye.

Sîstema siyasî ya li Iraqê xwe dispêre parvekirinên etnîkî, siyasî û neteweperestî ku çîna siyasî ya desthilat erk û dewlemendiyên li welat di nava xwe de dabeş dikin. Lê gelê Iraqê bi giştî azarên nebaşiya rewşên jiyanê, civakî û ewlehiyê dikişînin.

El Behadilî destnîşan kir ku ku sîstema siyasî bi şêweyekî pêkhatî hatiye çêkirin; anku bi berçavgirtina giraniya civakî ya civaka Iraqê, ku ji têkelbûna nijad, netewe, mezheb û olan pêk tê û ji ber vê yekê li ser relativîzmê hatiye avakirin, anku ev sîstem bi taybetî li ser xala 76 a destûrê ku pêwîst e serokwezîr ji kabîneya xwe derbas bibe da ku piraniya mutleq bidest bixe hatiye avakirin. Ev yek ji sala 2003′yan heta niha piraniya partiyan di hilbijartinan de bidest nexistiye. Ew jî bi sedema pêkhatina civaka Iraqê û bi sedema nexşeyên ji ber encamên parlamentoyê û şertên destûrê ye.

El Behadilî ev tişt got: "Hêmanên hiştine lihevkirin û parvekirin çêbin û di wêjeyên siyasî de bi hikumetên îtîlafê tên naskirin, rêya ber bi formkirina destûra Iraqê ya 2005′an bû. Lê heta roja îro, pêdiviya destûra Iraqê û sîstema siyasî bi jinûve vegera li giştî mijaran heye û gelek bendên destûrê hene divê werin guhartin. Lê tişta ku îro rê li ber vê destûrê digire destûra Iraqê ya hişk û cemidî ye û hin naverok hene divê werin guhartin."

El Behadilî da zanîn ku ev destûr ne mîna destûrên nerm in ku di hundirê meclisên nûneran de piranî dengê xwe li ser didin. Lê pêdiviya rewşa Iraqê bi referandomekê heye. Lê şert e piraniyên ji sê parêzgehan li ser vê referandomê erê bikin, ger yekê jê red kir, dê mîna veto be. Bi wê re tu erêkirineke giştî di hundirê parlamentoyê de û ji bo serokkomariyê ku bendên destûrê diyar bike, tune ye.

DÎPLOMASIYA IRAQÊ LI HEMBER DESTWERDANÊN DERVE LAWAZ E

Li gel astengiyên siyasî, aborî û ewlehî, destwerdanên derve li Iraqê jî hene, bi taybet aliyên herêmî mîna dewleta Tirk û Îranê.

Ji hilweşîna rejîma Sedam Hisên ve, dewleta Tirk û Îranê li ser pêkanîna berjewendiyên xwe li Iraqê dixebitin. Lê çavdêran da zanîn ku rola dewleta Tirk ji bo Iraqê pir xeternak e û Îran li ser desteka hin hêz û partiyên li Iraqê dixebite. Lê dewleta Tirk li ser avakirina baregehên leşkerî û dagirkirina herêmên Iraqê dixebite û her tim diaxive ku ev herêmê parçeyek ji Mîsaqî Millî ne.

El Behadilî bi vê nêrînê re erê dike û wiha got: "Îran destwerdanê li dosyayên ewlehî û siaysî dike. Lê tundiya van destwerdanan piştî çend salên borî kêm bû. Ew jî piştî raya giştî ya hundirîn û navneteweyî hêrsa xwe li hember destwerdana Îranê nîşan da. Destwerdana Îranê hêdî hêdî kêm bû, lê ev ne tê wateya destwerdana wê bi dawî bûye."

El Behadilî ev tişt anî ziman: "Ji bo dewleta Tirk jî destwerdanên wê yên leşkerî dewam dikin û ev baregehên leşkerî hîna li xaka Iraqê tevî muzakereyên protestoyê yên radestî balyozê Tirkiyê, Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyên Yekbûyî û hwd ên dîplomasî hatine kirin, hene. Lê hîna carcaran destwerdanê dike. Heta roja îro dîplomasiya Iraqê lawaz e û pêdiviya wê bi bertekeke guncaw li hember van kiryar û destwerdanan heye."

Omar El Behadilî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji bilî xebatên dîplomasî, divê bijarteya aborî were aktîfkirin. Ji ber ne pêkan e li ser aktîfkirina bijarteya leşkerî bêyî wê were axaftin. Îro li Iraqê hêza leşkerî tune ye ku li hember hêzên mezin ên van dewletan bisekine, mîna dewleta Tirk û Îranê. Bi wê re dê zext li ser dewleta Tirk û Îranê bi rêya kaxiza aborî were kirin an jî bi sekinandina hevkariya aborî be. Li dawiyê jî mijara kaxiza zextê li ser her du dweletan van zêdegaviyên leşkerî û destwerdanên li kar û barên siyasî yên Iraqê bi dawî dike."

(fr)