​​​​​​​Têkiliyên Derve: Em hêvî dikin ku hikumeta Swêdê helwestên xwe yên bi rûmet biparêze

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê got: “Em li hember daxuyaniyên wezîrê karên derve yê nû yê Swêdê xemgîn bûn dema ragihand ku piştgiriya Kurdan li Sûriyê nake. Em hêvî dikin ku hikumeta Swêdê helwestên xwe yên bi rûmet di nav civata navneteweyî de biparêze.”

​​​​​​​Têkiliyên Derve: Em hêvî dikin ku hikumeta Swêdê helwestên xwe yên bi rûmet biparêze
6 mijdar, 2022   19:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye îro têkildarî daxuyaniya wezîrê karên derve yê nû yê Swêdê Tobias Bellstrom, daxuyanî da. Daxuyanî wiha ye:

“Em weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriye bi tevahî pêkhateyên xwe, Rêveberiya Xweser, saziyên leşkerî, sivîl û ewlehiyê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî li hember terorê tê dikoşin û di vê çarçoveyê de me gelek fedekarî kir û li ser vê esasê têkiliyên me bi gelek dewletan re xurt bûn û bi saya van fedekariyan dewletên navneteweyî piştgiriya gelê me kir. Ev diyar dike ku têkoşîna me, ji bo mirovahiyê û li şûna cîhanê ye û têkoşîna ji bo aramî û aştiyê ye. Di wê çarçoveyê de, têkiliyeke dostanî û hevkarî bi hikumeta Swêdê û gelê wê re ava bû ku piştgiriya herêmê kir.

`HELWESTA SWÊDÊ HÊJEYÎ TEQDÎR Û RÊZGIRTINÊ YE`

Swêd dewleteke xwedî mîras û nirxên demokratiyê ye. Piştgiriya têkoşîna gelên bindest û têkoşer ji bo demokratiyê dike. Li ser vê esasê têkiliyên me pê re bi pêşketin ku li ser pêkanîna ewlehiyê û afirandina çareseriyeke demokratîk ji welêt re, ava bûne. Di çarçoveya mirovî de jî û ji bo pêkanîna çareseriya siyasî li Sûriyê, piştgiriya xwe bi gelê herêmê re nîşan da. Ev helwesta gelê swêdî jî hêjeyî teqdîr û rêzgirtinê ye.

`TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORA CÎHANÎ BERDEWAM E`

Mixabin, me daxuyaniya wezîrê karên derve yê nû yê Swêdê Tobias Bellstrom bihîst ku dibêje piştgiriyê Kurdan yan jî YPG`ê nake. Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên wê yên leşkerî bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî şerê DAIŞ’ê dikin, cihê xemgîniyê ye ku em daxuyaniyek wiha ji wezîrê karên derve yê Swêdê bibihîzin ku tenê ji bo razîkirina dewleta Tirk a dagirker û ji bo pejirandina wê di NATO’yê de ye. Em berjewendiyên Swêdê baş fêm dikin lê belê şaş e ku ew berjewendiyên xwe li ser hesabê gelên têkoşer biparêze ku ew gel jî heta niha li hember terora cîhanî tê dikoşe, di vê demê de hewcedariya wan gelan bi piştgiriyê heye da ku wan hêzên terorîst têk bibe, lê belê qutkirina piştgiriyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiryareke ne li gor demokrasiyê ye û li dijî nirxên têkoşîna li dijî terorê ye. Ev radestkirin û serîtewandina ji Tirkiyê re ye, di encamê de jî dewleta Swêdê dê bibe hevkarê dagirkeriya Tirk di siyasetên wê yên li dijî me û gelên herêmê û şerê li dijî terorê de.

Em ji hikumeta Swêdê hêvî dikin ku siyasetên demokratiyê binpê neke û cihê xwe di civata navneteweyî de biparêze. Eger ev yek pêk were dê kiryarek ne hêjayî hikumeta Swêdê û gelê swêdî û dîroka têkiliyên gelê me û gelê swêdî be, her wiha dê ne hêjayî nirxên wê yên piştgiriya gelên bindest be. Divê hikumeta Swêdê têkiliya xwe ya domdar a bi gelan re biparêze.”

(dm-mh)