​​​​​​​Meclisa Dêrazorê soza piştgiriyê da koçberên Kampa Ebû Xeşeb

Koçberên Kampa Ebû Xeşeb a li gundewarê bakurê Dêrazorê bang li Meclisa Sivîl a Dêrazorê û rêxistinên mirovî kir ku alîkariyên pêwîst pêşkêşî wan bikin û rewşa tenduristiyê baştir bikin. Meclisa Sivîl a Dêrazorê jî soza başkirina rewşa kampê da.

​​​​​​​Meclisa Dêrazorê soza piştgiriyê da koçberên Kampa Ebû Xeşeb
7 mijdar, 2022   00:43
DÊRAZOR – ELÎ EREB

Kampa Ebû Xeşeb li gundewarê bakurê Dêrazorê ye û hezar û 934 malbat lê dimînin. Piraniya wan ji bajarê El Bûkemal û El Meyadîn ên di bin serweriya hikumeta Şamê de ne. Piraniya konên kampê ji ber dijwarbûna tava havînê xirab bûne û bi hatina zivistanê re êdî koçber nikarin tê de bimînin.

Piştî ku di Îlona 2017'an de li nêzîkî bajarokê Ebû Xeşeb ê gundewarê bakurê Dêrazorê hat avakirin, kamp bi vî navî hat binavkirin.

Ji bo ku em bêhtir rewşa kampê nas bikin, ajansa me xwe gihand wir û bi koçberekî kampê yê bi navê Samir El Cuma re hevpeyvîn çêkir. El Cuma wiha got: "Rewşa me li kampê bi êş e. Piştgirî pir kêm e û pêdiviyên hemû koçberan bi cih naîne."

El Cuma wiha lê zêde kir: "Berê rewş li kampê baştir bû, rêxistinek hebû di warê madî û alîkariyên xwarinê de ku têra pêdiviyên hemû koçberan dikir, piştgirî dida. Bi giştî pêwîstiya kampê bi alîkariyan heye û bi taybet jî mazot." 

Samir El Cuma bang li aliyên pêwendîdar û rêxistinên herêmî û navneteweyî kir ku piştgiriya kampê bikin, kon û tişta pêwîst ji koçberan re pêşkêş bikin.

Ji aliyê xwe ve koçbera bi navê Sebah El Mixlif wiha got: "Ev 5 sal in ez li Kampa Ebû Xeşeb dimînim. Berê rewş baştir bû, niha rewşa me pir ne baş e, bi taybet di warê tenduristiyê de. Koçber ji ber nebûna dermanan û ji bo wergirtina lênerîna tenduristiyê diçin derveyî kampê."

Sebah El Mixlif banga piştgirîkirina kampê ji aliyê tenduristiyê ve kir, bi taybetî di demsala zivistanê de ji bo parastina zarok û temenmezinan ji nexweşiyan.

Hevseroka Nivîsgeha Rêxistinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Îman El Mihêmid jî wiha got: "Di zivistanê de planeke me ya nû ya piştgiriyê ji bo kampê heye. Em ê hemû pêdiviyên niştecihên wê yên weke betanî, cilên zivistanê û mazotê pêşkêş bikin."

/kr/uploads/files/2022/11/06/190844_222222222222222222222.webp

Îman her wiha got: "Em ê bang li hemû rêxistinên li Dêrazorê kar dikin, bikin ku piştgiriyê bidin Kampa Ebû Xeşeb û hemû kampên belave. Em dizanin ku şert û mercên koçberan xirab in, lê em ê hemû hewldanan bikin da ku em pêdiviyan peyda bikin û rewşa kampê bi giştî baştir bikin."

Îman El Mihêmid diayr kir ku wek’ Nivîsgeha Rêxistinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê ew dem bi dem bi rêxistinan re hevdîtinan dikin û wiha lê zêde kir: “Em ê pirsgirêkên Kampa Ebû Xeşeb ji hemû rêxistinên li herêmê re, ragihînin."

(hs)

ANHA