​​​​​​​Dagirkeran di mehekê de 599 caran êrişî Til Temir û Zirgan kirin

Di encama topbarana dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya meha borî li dijî navçeyên Til Temir û Zirganê de, leşkerekî hêzên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest da û 5 birîndar bûn û zirarên madê yên mezin gihîştin malên şêniyan, her wiha çavkaniyeke leşkerî da zanîn ku herdu navçe bi 599 topan hatiye armancgirtin.

​​​​​​​Dagirkeran di mehekê de 599 caran êrişî Til Temir û Zirgan kirin
2 mijdar, 2022   23:36
HESEKÊ – ARAM EHMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin, ku di meha borî de herdu navçeyên Til Temir û Zirganê yên Kantona Hesekê bi giranî hatin topbarankirin.

Ji destpêka meha borî de, navçeya Zirganê û gundên girêdayî wê: “Esediye, Dada Ebdal, Bobî, Um Hermele, Niwêhat, Til El Werd, Rebîat û El Şor”, bi giranî hatin topbarankirin.

Di 27’ê meha borî de dagirkeriya Tirk û çeteyên wê baregeha hêzên hikûmeta Şamê ya li gundê Til El Werd ê başûrê navçeyê topbaran kir, di encamê de leşkerekî hêzên hikûmeta Şamê yê bi navê “Basil Mihemed El Salih” jiyana xwe ji dest da û 5 din birîndar bûn, ew jî ev in: “Reid Şelal Hesen, Amir Midêdîs El Ubêd, Zahir Ehmed El Silo, Mihemed Radî El Abir û Ehmed Eyat El Imêl.”

Her wiha gundên navçeya Til Temirê jî bi awayekî hovane hatin topbarankirin, wek gundên “Til El Leben, Gozeliye, Um El Xêr, Derdara, Dubûr El Qeracne, Um El Kêf û Til Kirebêt”.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, meha borî bi zanabûb rêya di navbera navçeya Til Temir û Zirganê de qut kir, ku wan welatî rasterast hedef digirtin, di encamê de jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina sivîlan rê qut kir û tedbîr girtin.

Çavkaniyeke leşkerî da zanîn ku di encama topbarana li dijî herdu navçeyan de, zirarê mezin gihîşt mal û milkên welatiyan.

Çavkaniyê her wiha diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herdu navçe bi 599 topan armanc girtine.

(mh)

ANHA