​​​​​​​Rêxistina Mafên Mirovan piştgiriya daxwaza malbata şehîd Serdem Agirî kir

Endama rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma diyar kir ku ew ê ji bo gihandina dengê malbata şehîd Serdem Agirî ji dadgehên navneteweyî re, kar bikin.

​​​​​​​Rêxistina Mafên Mirovan piştgiriya daxwaza malbata şehîd Serdem Agirî kir
3 mijdar, 2022   00:39
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Malbata şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) Serdem Agirî ku di êrişa bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, bang li parêzeran û aliyên hiqûqî kiribû ku li dijî dewleta Tirk a dagirker doz vekin.

Endama rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma piştgiriya daxwaza malbatê kir û got: “Em hewl didin raporekê ji bo piştgiriya vê dozê û malbatê çêkin, ji bo ku dengê wan bigihînin dadgehên navneteweyî. Jixwe lihevkirinek heye ku bikaranîna çekên kîmyewî li dijî şervan û sivîlan qedexe dike. Binpêkirina wê lihevkirinê sûcekî şer e.”

Evîn Cuma bal kişand ser metirsiyên bikaranîna çekên kîmyewî û got: “Bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve û bikaranîna madeyên xeniqandinê û yên ku dibin sedema xirabûna pergala sinirên mirovan, qedexekirî ne. Sala 1993`yan li ser qedexekirina bikaranîna wan, depokirin û pêşxistina wan lihevkirin çêbû. Gazên xeniqandinê jî, sala 1925`an hatin qedexekirin. Lê mixabin ev çek bi dehan caran li dijî Kurdan hatin bikaranîn û hîna têne bikaranîn.”

Evîn Cuma wiha domand: “Dewleta Tirk bi vê yekê lihevkirina qedexekirina çekên kîmyewî binpê dike. Wek sûcekî şer tê sinifandin. Ji ber ku li dijî gelekî yan jî neteweyekê tê bikaranîn.”

Di dawiyê de Evîn Cuma got: “Li gorî a Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, divê dewleta Tirk a dagirker were darizandin û hesab jê were pirsîn, ji ber sûcên ku pêk tîne.”

Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê jî diyar kirinbû ku ew amade ye li ser navê malbata şehîd Serdem Agirî li cem dadgehên navneteweyî dewleta Tirk a dagirker gilî bike.

(şx)

ANHA