​​​​​​​Koma 'Erîn El Isûd' di nêrîna desthilatên Filistînê û Îsraîlê de

‘Erîn El Isûd’ komeke çekdar e û li Dîfa Xerbiyê ya Filistînê çalak e. Ev kom bi dehan "berxwedêran" di nava xwe de dihewîne û erka "berxwedana li dijî Îsraîlê" girtiye ser xwe. Gelo heta kijan astî ev kom girêdayî desthilata Filistînê ye? Meylên wê çi ne û kî destekê dide wê?

​​​​​​​Koma 'Erîn El Isûd' di nêrîna desthilatên Filistînê û Îsraîlê de
2 mijdar, 2022   06:59
BEYRÛT- ZIYAD EBÛ XEZALE

Koma ‘Erîn El Isûd’ yak u bajarê Nablusê wek baregeh ji xwe re girtiye, ji tevahî komên çekdar ên Filistînê bi bandortir e. Her wiha ji saziyên ewlehiyê yên Îsraîlê re jêdera tirsê ye û desthilata Filistînê jî jê ne rihet e, ji ber ku li tevahî herêmên Dîfa Xerbiyê ji bo çalakiyên çekdarî propagandayê dike.

Di mehên dawîn de vê komê çalakiyên gulebaranê li dijî hedefên Îsraîlê yên li bakurê Dîfa Xerbiye pêk anîn. Di çalakiya wê ya 11ʹê Cotmeha borî de leşkerek hat kuştin.

Di gelek boneyan de koma Erîn El Isûd bang li filîstiyan kir ku li mizgeft û banên xaniyan tekbîran berz bikin, rêyan bigirin, tekerên erebeyan bişewitînin da ku rê li ber artêşa Îsraîlê were girtin. Her wiha bang kir ku balafirên keşfê asteng bikin û grevan pêk bînin. Ev bang bi lez hatin bersivandin.

DESTHILATDARÎ Û RÊVEBIRINA KRÎZÊ

Rojnamevanê filistînî Hisên Erîfa anî ziman ku desthilata Filistînê hewl dide krîzên ku ji ber pêla berxwedanê derketine, bi rê ve bibe û wiha axivî: “Desthilata Filistînê di navbera rewşeke wiha de maye; an rewşeke bendewariyê ava bike û daxuyaniyên şermezarkirina Îsraîlê bide, an jî hêz û guleyan li dijî xwepêşanderan bi kar bîne ku mîna di meha borî de li Nablusê qewimî, dema ku bi ser endamekî Erînê Miseb Eştiyê de girt an jî serê xwe xwar bike, berxwedêran destgîr bike û çekên wan desteser bike, navbeynkariyê di navbera Îsraîl û berxwedêran de bike da ku dawî li vê rewşê bîne. Mîna ku aliyekî sêyemîn e."

Erîfa ji ANHAʹyê re axivî û got: "Krîza rast a desthilatdariyê hebûna berxwedanên Fetih e. Ev kes li gorî biryarên fermî yên tevgerê tev nagerin û mûçeyan jî wernagirin, her wiha parçebûn û hesabên koman derbas kirine û bi şûna wê hevkariya bixwîn û guleyan li gel tevgerên Hemas, Cîhad Îslamî û Eniya Gel a Rizgariya Filistînê çêkirine. Desthilatî di nava mehên dawî de bi hemû astên xwe yên siyasî û ewlehî bê navber zext kir da ku dawî li Erîn El Isûd bîne û ji wan xwest ku xwe tesîl bikin li beramberî ku efûyekê ji Îsraîlê wergirin. Lê koma Erîn El Isûd ev yek red kir. Berxwedêrên Erîn El Isûd herî zêde nêzî Tevgera Fetih in. Piraniya wan girtiyên berê yên berxwedana li dijî Îsraîlê ne. Hin aliyên Tevgera Fetih dibînin ku êdî dereng e, ji ber tiliyên Fetihê xistiye nava berxwedaneke çekdarî ku ji aliyê fermandarê tevgerê serok Mehmûd Ebas, Ebû Mazin, saziyên ewlehiyê yên ku berxwedêran digirin ve nayê qebûlkirin, nemaze piştî şehadeta bijîşk Abdullah Ebû Tîn ê endamê tevgerê li herêma Ciîn û berpirsekî mezin di Wezareta Tenduristiyê de ye."

Hisên Erîfe diyar kir ku desthilata Filistînê ditirse ku çarçoveya beşdarbûna endamên ewlehiyê di vê berxwedanê de berfireh bibe û got: "Lê rewşa têkelbûnê di navbera Fetih û dezgehên ewlekariyê de ew qas berfireh e ku ne mimkûn e bêyî ku zirarê bide yek ji her du aliyan, wan ji hev veqetîne. Eger mirov li piraniya berxwedêrên li Nablusê binêre dê asta tevliheviyê ya di desthilatê de bibîne. Mînak; bavê şehîd Îbrahîm El Nablusî efserekî ewlehiyê ye, her wiha bavê Teysîr El Xerazî yê birîndar ê tê xwestin, di nava hêzên ewlehiyê de ye. Birayê şehîd Mihemed El Ezîzî damezirînerê Erîn El Isûd e, li gel ewlehiya neteweyî kar dike. Ev tenê mînakên li ser Erîn û alîgirên wê yên li Nablusê ne. Ji wê zêdetir Taûbra Cenîn heye ku şehîd Ehmed Abid endamekî wê bû ku operasyona Celma pêk anî û li gel îstîxbaratê kar dikir. Her wiha fermandar Fethî Xazim (Ebû Reed) yê li kampa Cenînê mînak e."

Beriya çend rojan îstixbarata Filistînê ku li navenda Nablusê dewriyeya asayî dikir, hêzên taybet ên Îsraîlê ku xwe ji bo operasyona leşkerî ya li dijî ʹErîn El Isûdʹ amade dikir, keşf kiribûn û di encamê de 2 ji wan birîndar bûn.

Saziyên ewlehiyê yên Îsraîlê li Dîfa Xerbiye endamên tevgerên Hemas û Fetih û yên serbixwe girtin û çekên wan desteser kirin. Lê li parêzgeha Nablusê bi sedan çek li cem kesên ku xwe ji berxwedanê dûr dixin, hene.

ERÎN EL ISÛD BI NÊRÎNA ÎSRAÎLÊ

Di 13ʹê Cotmehê de wezîrê parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz got Nablus û Cenîn ên li bakurê Dîfa Xerbiye ji bo artêşa wan "pirsgirêkeke mezin" in. Her wiha soz da ku dê Erîn El Isûdê têk bibin.

Li kampa Cenînê komeke çekdar heye, navê "Tabûra Cenîn" li xwe dike. Îsraîlê hin endamên wê komê kuştin.

Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid got armanca wan ew e ku "Li Cenîn, Nablus û hemû deverên din ên ku çeperên terorê lê hatine avakirin, derbeke giran û berdewam li terorîstan bidin."

Têkildarî çalakiyên artêşa Îsraîlê jî got: "Di çarçoveya vê çalakiyê de ziyaneke mezin li baregehê terora girêdayê Erîn El Isûd bûn."

Koma Erîn El Isûd sala 2022ʹyan li bajarokeke Nablusê derket. Kom ji çekdarên girêdayî gelek komên Filistînî pêk tê, wekî "Ketayîb Şuheda El Eqsaʹʹ ya girêdayî Fetihê, Seraya Qudis a girêdayê Tevgera Cîhada Îslamî, tabûrên Qesam ên Hemasê û ʹʹEniya Gel a Rizgariya Filistînêʹʹ. Her wiha hin endamên vê endamên berê yên îstîxbarata Filistînê ne lê qebûl nakin ku girêdayî komekê bin.

Nîşaneyên çalakiyên vê komê ji Sibata 2022ʹyan ve derketin.

Rojnameya Haaretz a Îsraîlê ragihand ku li gorî agahiyên îstixbaratê, dezgeha ewlekariya hundirîn a Îsraîlê wê demê biryar da ku li dijî wan tev bigere. Her wiha ragihand ku di Sibata 2022ʹyan de, dezgeha ewlehiyê destnîşan kir ku niyeta 4 endamên tabûra çekdar hene ku leşkerên Îsraîlê bikin armanc û biryar hat dayîn ku wan bikin armanc.

ANHA