​​​​​​​'Ne dûr e ku hikumeta Şamê ji bo dewleta Tirk dev ji axa dagirkirî berde'

Nivîskar û rojnamevanekî ji Sûriyê got, di çarçoveya hewldanên herdu aliyan de yên ji bo lihevkirinekê ku bikeve xizmeta armancên wan ên hundir û derve, ne dûr e hikumeta Şamê herêmên dagirkirî radestî dewleta Tirk bike.

​​​​​​​'Ne dûr e ku hikumeta Şamê ji bo dewleta Tirk dev ji axa dagirkirî berde'
2 mijdar, 2022   01:49
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL HEBÎB

Piştî civînên Soçî û Tehranê yên di navbera  serokên dewletên garantorên Astana (Rûsya - Îran - Tirkiye) de, axaftinên li ser dan û standin û lihevkirina di navbera her du aliyan de zêde bûn.

Berî niha jî Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker Çavuşoglu gotibû: "Pêwîst e rejîm û opozîsyon li ser destûr û nexşerêyek li hev bikin ku proseya hilbijartinan li gorî biryara Meclisa Ewlehiya Navneteweyî jî tê de hebe."

Beriya wê bi çend rojan jî rojnameyek a nêzî rayedarên dewleta Tirk wiha got: "Têkiliyên Tirkiye û Sûriyê ber bi qonaxeke nû ve diçin. Tirkiyê amadekariyên vekirina du deriyên nû yên ber bi Sûriyê ve ji bo veguhestina kelûpel û alîkariyên mirovî temam kir. Ew jî deriyê Bab-Ebû Zendîn û deriyê Idlib-Seraqib in."

ZIMANÊ BERJEWENDIYAN

Nivîskar û rojnamevanê ji Sûriyê Sair El Zezûe têkildarî mijarê anî ziman ku di siyasetê de rêgeza bingehîn ew e ku ne dijminê herdemî û ne jî dostê mayînde hene û siyaset jî zimanê berjewendiyan e.

Sair El Zezûe diyar kir ku eger berjewendiya her du aliyan di asayîkirina pêwendiyên di navbera wan de hebe, bêguman wê lihevhatineke hîn zêdetir hebe û got: "Wisa xuya dibe ku  her du alî, çi rejîma Sûriyê û çi ya Tirkiyê  dixwazin rûpela jihevqutbûnê bitewînin . Tevî ku di salên borî d  hemahengiya ewlehiyê ya di navbera wan de ranewestiyaye, lê dibe ku faktora aborî motorê sereke yê vê lihevhatinê be. "

El Zezûe wiha lê zêde kir: "Ji ber sedemên siyasî em nikarin aliyê propagandayê jî dûr bixin. Ji ber ku rejîma Tirk li ber hilbijartinan e û pir bi hewce ye ku tê de bi ser bikeve.  Bikaranîna dosyaya penabera êdî xelkên Tirkiyê îqna nake, nemaze piştî krîza aborî ku opozîsyona Tirkiyê dibêje sedema wê ya sereke, hebûna penaberan e. Planeke dewleta Tirk heye ku wan penaberên Sûriyê vegerîne welatê wan. Helbet pêkanîna planeke bi vî rengî, dê yek ji dosyayên ku dikevin pêşiya rejîma Tirk, ji holê rake. Nêzîkbûn an jî normalîzekirina pêwendiyan bi rejîma Sûriyê re, wê bibe peyamek ji bo opozîsyona Sûriyê ya ku li Tirkiyê dimîne, ku her tişt bi dawî bûye û Tirkiyê destên xwe ji dosyaya Sûriyê derxistiye."

WÊ ÇARENÛSA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ ÇI BE?

Gelê Sûriyê wê yekê dipirse ku eger lihevkirinek di navbera hikumeta Şamê û dagirkeran de çêbibe wê çarenûsa herêmên Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin çi be.

Berî niha jî hikumeta Şamê bi rêya Peymana Edeneyê, dest ji mafê Sûriyê yê vegerandina Lîwa Îskenderûnê berdabû. Gelê Sûriyê ditirese ku ev senaryoyê li herêmên dagirkirî wek gundewarên Idlib û Hemayê, Cerablus, Bab, Raî, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dûbare bib.

El Zezûe wiha pê de çû: "Ez bawer nakim ku hêza rejîma Sûriyê hebe ku Tirkiyê neçar bike ku ji herêmên kontrol kirine, vekişe. Lê eger têkiliyên di navbera her du rejîman de asayî bibin, dibe ku em hemahengî û belkî hevkariya di rêvebirina wan deveran de, bi awayekî ji awayan bibînin. Wê çareserî li ser vê yekê hebe, lê niha em nikarin li ser teşeya wê bisekinin, ji ber ku mesele ne tenê girêdayî Şam û Enqereyê ye, lê belê lîstikvanên navneteweyî, Washington û Moskow û heta Tehranê jî hene."

ŞERÊ NAVXWEYÎ YÊ Lİ EFRÎNÊ Jİ BO NASKİRİNA HELWESTAN E

Hemwextî axaftinên li ser lihevhatina hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker, li bakurê Sûriyê bi taybet li Efrînê, di navbera komên çete de şer derket.

Di encama vî şerî de çeteyên "Tehrîr El Şam" (Cebhet El Nusra berê) Efrîn xistin bin kontrola xwe. Gelek çavdêr jî dibêjin ku ev senaryo ji aliyê MÎT'ê ve hatiye organîzekirin.

Pispor û çavdêran ev şer bi gelek armancan ve girêdan. Di nav de, vekirina rê li ber lihevkirina plankirî ya di navbera Şamê û dagirkeriya Tirk de.

El Zezûe li ser vê yekê jî wiha got: "Em dikarin şerê ku vê dawiyê li bakurê Sûriyê qewimî wekî naskirina helwestên li ser îmkanên avakirina statûyeke nîv serbixwe di bin kontorla yek desthilatê de binirxînin, ne girîng e ku Tehrîr El Şam an jî hinek din bin. Lê xuya ye ku encama şer bi kêrî ti aliyên ku şer kirine nehat, ji ber ku ne komên girêdayî dewleta Tirk û ne jî Heyet Tahrîr El Şa, bêyî destwerdana rasterast a Enqerê nikarin vê mijarê çareser bikin. Ji ber vê yekê jî biryar hat dayîn ku rewş weke xwe bimîne û Heyet Tehrîr El Şam bi  awayekî qismî vekişe herêmên xwe. Ne dûr e ku em di demeke nêz de şerekî nû ji bo kontrolkirinê bibînin.

Ev hemû bi perpektîfên rasterast ên Enqere û lîstikvanên din de, di nav de rejîma Sûriyê pêk tên. Mijar ew e ku yek kom a ku bikaribe wan deveran bi rê ve, bê hiştin. Piştre eger lihevhatin di navbera herdu rejîman de çêbû, wê biryara awayê guncaw ji bo birêvebirin û sûdwergirtina jê, bê girtin."

Tevî axaftinên li ser vekişîna çeteyên "Tehrîr El Şam" ji Efrînê, gelek rapor û dezgehên çapemeniyê, di nav de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), tekez kirin ku çeteyên "Tehrîr El Şam" bi awayekî şeklî ji wir vekişiyane û ew hîn jî li Efrînê ne û rewşa li wir kontrol dikin.

Rojnamevan Sair El Zezûe herî dawiyê wiha got: "Ez bawer nakim ku rejîma Şamê bikaribe şertên mezin ferz bike, ji ber ku destpêkê ew hewcdar e ku dûrxistina xwe ya ji qada navneteweyî bişkîne. Ji ber vê yekê tê çaverêkirin ku ew bi mana kontrola dewleta Tirk a li ser van deveran, razî bibe. Rejîma Şamê jî tenê dê bi awayekî sembolîk li wir be."

(hs)

ANHA