​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-10-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-10-2022`YAN
24 cotmeh, 2022   23:00

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin konferansa xwe ya 3`emîn bi dirûşma Bi hêza Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin em ê xeta xiyatên têk bibin û ala azadiyê bilind bikin li navenda çandî ya Serdemê ya Hesekê li dar dixe saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeyên Girkê Legê û Çilaxa û Qamişlo ji bo şermezarkirina çekên kîmyawî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dimeşin, Kongra Star a herêma Firatê xwepêşandan li qada şehîd Egîd li dar dixe saet di 10:00`an de, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê ji bo şermezarkirina bêdengiya navneteweyî li hember bikaranîna çekên kîmyawî xwepêşandan ji pêşiya baregeha Rûsya ya li bajarokê Erîmê li dar dixe saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a kantona Hesekê yekemîn akademiya Kongra Star Şehîd Perwîn li navenda Kongra Star a kantona Hesekê vedike saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a Dêrikê (herêma Koçerat) çalakiyên curbecur li dar dixe ji bo bîranîna şehîdan Bêrîtan; li navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya navçeya Til Hemîsê set di 10:00`an de, şêniyên navçeya Tirbespiyê xwepêşdan li dar dixin saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistina Mafên Mirovan û Sandîqeya Bijîşkan û Komîteya Belgekirina Sûcan a Herêma Firatê ji bo şermezarkirina êrişên bi çekên kîmyawî li dijî gerîla li qada şehîd Egîd daxuyanî dide saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di roja 4`an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo ku layîqî şoreşa gelê Kurdistanê be û bibe şoreşgerekî pêşeng ku ji mirinê jiyanekê ji gelê xwe re ava bike, Serdem Agirî da ser rêya têkoşînê û tevî 16 hevalên xwe di êrişa bi çekên kîmyewî de tev li karwanê nemiran bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêkhateyên kantona Hesekê tekez kir ku dewleta Tirk a dagirker hemû pêkhatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digire û soza berxwedana li hember dagirkeriya Tirk bi rêya xwebirêxistinkirina li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên Meclisa Giştî ya Reqayê êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk wek kiryarekî dermirovî û derveyî pîvan û qanûnên navneteweyî bi nav kirin û ji hêzên navneteweyî daxwaz kirin ku ji bo rawestandina van sûcan, lêpirsînê çêkin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Endama Akademiya Jineolojiyê Rohilat Arîf diyar kir ku sîstemên deshilatdar dagirkeriyeke fikrî û pratîkî dimeşînin, lewma jinên pêşengên bîrdoziya azadiya jin hedef digirin. Rohilat da zanîn ku Jineolojî bûye rojeva Kongra Jinên Kedkar ên Cîhanê û ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan nîqaş hatin pêşxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, destnîşan kir ku di 30’yemîn salvegera şehadeta şoreşgera pêşeng Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de dîsa li seranserê Kurdistan fesareta dagirkerî û nokeriyê ya sala 1992’yan berdewam dike,  li hemberî wê jî xeta berxwedan û azadiyê ya Bêritanan bilind dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

Sibe 26’ê Cotmehê 13’emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Hamburgê li sînemaya Zîs a Hamburgê, bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ku ji serhildana Rojhilatê Kurdistanê hatiye wergirtin, dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA