Meclisa Giştî ya Reqayê: Divê hesab ji Tirkiyê were pirsîn

Endamên Meclisa Giştî ya Reqayê êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk wek kiryarekî dermirovî û derveyî pîvan û qanûnên navneteweyî bi nav kirin û ji hêzên navneteweyî daxwaz kirin ku ji bo rawestandina van sûcan, lêpirsînê çêkin.

Meclisa Giştî ya Reqayê: Divê hesab ji Tirkiyê were pirsîn
25 cotmeh, 2022   05:17
REQA

Dewleta Tirk a dagirker binpêkirina pîvanên navneteweyî didomîne, ku çekên kîmyewî û qedexekirî li dijî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne.

Navenda Parastina Gel (NPG) di 18`ê Cotmehê de daxuyaniyek da û tê de eşkere kir ku di encama êrişên kîmyewî yên mehên Îlon û Cotmehê d 17 şervan şehîd bûne.

Der barê mijarê de, nerazîbûnên li hember bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve didomin ku herî dawî Meclisa Giştî ya Reqayê jî ev êriş bi tundî şermezar kir.

Endamê meclisê Fewaz El Şêx ji ajansa me re wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li dijî Başûrê Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyewî, hemû pîvan û qanûnên navneteweyî bin pê kirin.”

El Şêx wiha domand: “Ev çek di şeran de qedexekirî ne, lê belê dagirkeriya Tirk bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku PDK’ê bombeyên kîmyewî li dijî herêma Amediye û Avaşîn bi kar anîn. Mixabin PDK`ê destûr neda ku şande û aliyên têkildarî biçin cihê êrişê û dest bi lêpirsînê bikin.”

El Şêx destnîşan kir ku gerîla tevî hemû zehmetiyan karîn dîmenên êrişê parve bikin ku şervanan piştî bêhnkirina gazên bi jehr şehîd bûne û wiha domand: “Wan bi van dîmenan, kiryara hovane ya dagirkeriya Tirk eşkere kir. Bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hember vê topbaranê, dibe sedem ku dagirkeriya Tirk bi serkêşiya Erdogan êrişên bi çekên kîmyawî berdewam bike.”

El Şêx got: Madem Neteweyên Yekbûyî (NY) li hember dagirkeriya Tirk bêdeng e, ew ê hîn sûcên dîtir ên bi çekên kîmyewî û qedexekirî pêk bîne.”

Di dawiya axaftina xwe de, El Şêx wiha axivî: “Em van êrişan bi tundî şermezar dikin, selametiyê ji birîndaran û sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin.”

Her wiha, serokê Nivîsgeha Lihevanînê ya Meclisa Giştî Hemed El Qerace jî got: “Bi salvegera 5’an a rizgarkirina Reqayê ji terorê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve, dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe didomîne, ku herî dawî bi çekên kîmyewî êrişî gerîla kir.”

El Qerace wiha domand: “Çima ev bêdengî û durûtî heye? Eger ev kiryar li devereke din an jî ji aliyê dewleteke din ve ji bilî Tirkiyê pêk bihata dê civata navneteweyî tev biketa tevgerê. Tirkiyê gerîla topbaran dike ji ber ku ew dizane gerîla bingeha neteweya demokratîk e û hewl dide wê projeyê pêk bîne, ev yek jî li xweşiya AKP’ê û hikumeta dagirkeriya Tirk nayê.”

El Qerace destnîşan kir ku gerîla xwedî fikrekî demokratîk e, ji ber wê jî dewleta Tirk a dagirker bi zehmetî şerê wan dike û li dawiyê berê xwe da çekên kîmyewî û qedexekirî, nexasim piştî wergirtina erêkirina NY’ê, ji ber ku berjewendiyên NY’ê û dagirkeriya Tirk ên hevbeş hene.

Her wiha El Qerace bi bîr xist ku PDK`ê rê nade ku şande biçin cihê bûyerê û lêkolîn bikin da ku şik û gumanê ji hevalbendê xwe Erdogan dûr bixe lê gerîla dîmenê êrişê belav kir ku hovîtiya wî eşkere dike.

El Qerace wiha pê de çû: “Ev kiryar ji dewleta Tirk a dagirker texmînkirî ye, ji ber ku wê li Sûriyê hemû cûreyên çekan bi kar anî û destek da terorîstan da ku herêmên bakurê Sûriyê dagir bikin.”

El Qerace wiha lê zêde kir û got: “Em bang li rêxistinên mirovî yên li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker kor û lal bûne, dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin.”

Di dawiya axaftina xwe de, El Qerace wiha axivî: “Ez ji NY`yê naxwazim ku lêpirsînê di êrişên kîmyawî yên li dijî gerîla de çêke, ji ber êdî ev êriş bi dîmen û wêne hatiye belgekirin û li ser malperên tevna civakî belav bûye. Lê ez bang lê dikim ku li hember vê kiryarê bêdeng nemîne. Ji ber di şerê Iraqê de, bi îdiaya hebûna çekên kîmyawî welatek bi giştî wêran kirin. Lê niha Tirkiye bi awayekî eşkere û li ber çavên hemûyan, çekên kîmyawî bi kar tîne. Divê hesab jê were pirsîn û rê li pêşiya binpêkirinên wê were girtin.”

(mh)

ANHA