​​​​​​​Bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” sibe Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Hamburgê dest pê dike

Sibe 26’ê Cotmehê 13’emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Hamburgê li sînemaya Zîs a Hamburgê, bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ku ji serhildana Rojhilatê Kurdistanê hatiye wergirtin, dest pê dike.

​​​​​​​Bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” sibe Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Hamburgê dest pê dike
25 cotmeh, 2022   04:45
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED SEMÎR

Îsal Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Hamburgê li Almanyayê 6 rojan didome û dê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” dest pê bike.

Mîhrîcan dê di 26’ê Cotmeha 2022’an de saet 20:00’an bi muzîk û stranên Kurdî û beşdariya hunermendên ji Bakurê Kurdistanê dest pê bike.

Di roja yekemîn a mîhrîcanê de dê fîlma Kurdî “Cîran” a sînemager û derhênerê Kurd Mano Xelîl were pêşandan ku li ser zarokekî di salên 80’î de li gundên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê dijî diaxive.

Her wiha dê fîlma “Silent Post” a sînemager Florian Honann ku behsa talaniya bajarên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê dike ku ji ber artêşa Tirk a dagirker di salên 2015 û 2016’an de, were pêşandan.

Her wiha mîhrîcan bi rêya fîlman balê dikişîne ser şerên ku li cîhanê diqewimin nexasim şerê Ukrayna û Efganistanê.

Der barê girîngiya mîhrîcanê de endamê Komîteya Ragihandinê ya Mîhrîcana 13’an a Fîlmên Kurdî ya Hamburgê Rawend Cewad, wiha axivî: “Çalakiyên hunerî û mîhrîcan girîng in, sînemeya Kurdî mîna şoreşkê ye ku girîng û pîroz e. Her wiha piştî derhênerê Kurd Yilmaz Guney, derhênerên Kurd dest bi çêkirina fîlman kirin.

Cewad destnîşan kir ku wek hemû welatên cîhanê, îro sînemaya kurdî xwedî taybetmendiyekê ye û wiha berdewam kir: “Girîngiya fîlmên kurdî ji fîlmên welatên din ne kêmtir e. Divê em bizanin ku hunera Kurdî bi hemû aliyên xwe girîng e, divê em çanda Kurdî bi cîhanê û kurdistaniyên li derve bi rêya fîlm û sînemaya Kurdî bidin naskirin.”

Cewad da zanîn ku dê di mîhrîcanê de 5 fîlmên dirêj, 10 belgefîlm, 11 kurtefîlm û 2 fîlmên kartonî werin pêşandan, her wiha dê panelek li ser mafên mirovan ji aliyê sînemager û lîstikvanên kurd wek Weysî Altay û Mesût Alp ve were lidarxistin.

Girêdayî bikaranîna dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” wek dirûşma mîhrîcanê Cewad wiha axivî: “Dema ku jina Kurd a ciwan li Rojhilatê Kurdistanê hat kuştin, Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Hamburgê biryar da ku bi vê dirûşmê dest bi mîhrîcana îsal bike. Ji ber ku bangên azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê li dijî rêjîma dîktator bilind dibin, ji ber wê jî divê em di hemû aliyan de bixebitin û ji mafên jinan re bibin piştgir.”

(mh)

ANHA