​​​​​​​Di roja 3`yemîn a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de çalakiyên cûrbecûr

Di roja 3`yemîn a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de dîwaneke helbestan hat îmzekirin û pêşbirgek hat li darxistin.

​​​​​​​Di roja 3`yemîn a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de çalakiyên cûrbecûr
​​​​​​​Di roja 3`yemîn a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de çalakiyên cûrbecûr
​​​​​​​Di roja 3`yemîn a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de çalakiyên cûrbecûr
​​​​​​​Di roja 3`yemîn a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de çalakiyên cûrbecûr
​​​​​​​Di roja 3`yemîn a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de çalakiyên cûrbecûr
​​​​​​​Di roja 3`yemîn a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de çalakiyên cûrbecûr
​​​​​​​Di roja 3`yemîn a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de çalakiyên cûrbecûr
24 cotmeh, 2022   18:48
QAMIŞLO

Di roja 3’yemîn de, gelek şagirtên dibistanên Qamişlo û kesayetên siyasî, hunerî û rewşenbîrî serlêdana 6’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol kirin û pirtûk wergirtin.

Di roja 3’yemîn a pêşangehê de şahiyek ji bo îmezekirina dîwana helbestan a helbestvan Riyad Bozo bi navnîşan “Komika Biçûk” li beşa Weşanxaneya Şilêr hat lidarxistin û bêpere li serlêderên pêşangehê hat belavkirin.

Piştre pêşbirkeke rewşenbîrî ji aliyê nivîskar Ebûd Mexso ve hat lidarxistin, ku tê de pirsên dîrokî û rewşenbîrî hatin kirin, kesê serkeftî jî 2 pirtûk bêpere bi dest xistin.

Roja 3’yemîn a pêşangehê bi şahiyeke hunerî bi beşdariya hunermendê Ermenî Harotyon Madarjyan bi dawî bû ku berhemên xwe pêşandan.

(mh)

ANHA