​​​​​​​Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li bakur û rojavayê Minbicê bi cih bûn

Çeteyên Ehrar El Şam li şûna Cebhe El Şamiye li bakur û rojavayê Minbicê bi cih bûn. Ev destnîşan dike ku çeteyên Artêşa Watanî ya Sûriyê herêmên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine, radestî çeteyên Ehrar El Şam kirin.

​​​​​​​Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li bakur û rojavayê Minbicê bi cih bûn
24 cotmeh, 2022   17:07
MINBIC

Nûçegihanê me ji bajarê Minbicê ragihand ku çeteyên Ehrar El Şam ên girêdayî Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) li şûna çeteyên Cebhe El Şamiye li 6 gundên bakur û rojavayê Minbicê belav bûn.

Diyar dibe ku ev bichkirina nû, berdewama planên dewleta Tirk a dagirker e piştî ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nûsra berê) di hefteya borî de, Efrîna dagirkirî kontrol kir û çeteyên Cebhe El Şamiye jê derxist ku çûn li derdora Ezaz û Babê yên dagirkirî.

Li gorî çavkaniyên xwecih ji Cerablusê û çavkaniyên leşkerî yên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Cebhe El Şamiye, hemû nuqteyên xwe li gundên Cetel, Ereb Hesen El Sixîr, El Himran, Til Elî, El Şueyb û El Xedadîc radestî Ehrar El Şam kir.

Her wiha gelek nuqteyên xwe li mezra û baregehên leşkerî yên ku hêzên dagirkeriya Tirk lê bûn di nav de baregeha Yaşilî û mezraya Ebû Besme radestî Ehrar El Şam kirin.

Li gorî heman çavkaniyan, çeteyên Sultan Murad, çeteyên Semerqend ên li rojavayê Minbicê ne, amadekariyan dikin ku di rojên bê de nuqteyên xwe radestî Ehrar El Şam ên girêdayî HTŞ`ê bikin. Bi wê re, eniyên şer ên bakur rojava, bi Meclisa Leşkerî ya Minbicê re û eniyên rojava bi giştî ketin bin kontrola Ehrar El Şam.

Ji vê bicihbûna nû li wan gundan, diyar dibe ku dewleta Tirk a dagirker niyet dike herêmê bixe bin kontrola Cebhet El Nusra ku ji Idlibê anîn da ku Idlibê radestî hikumeta Şamê bike, her wiha li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar bîne û modela Rêveberiya Xweser têk bibe.

Daneyên meydanî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxuyaniyên û agahiyên QSD`ê ku di 25`ê Gulanê de bi daxuyaniyekê behsa bicihkirina nû ya komên terorsît di serî de Huras El Dîn-Heyet Tehrîr El Şam kiribû û gotibû: “Ev di çarçoveya planên dagirkeriya Tirk de pêk tên ku dixwaze kembereke reş a komên terorsît li eniyên şer ji başûrê Efrînê heta eniyên Minbic û rojavayê Kobanê ava bike. Wan terorîstan di êrişeke muhtemel de li dijî herêmê bi kar bîne.”

QSD`ê di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku kuştina serçeteyên DAIŞ`ê wek Ebû Bekir El Bexdadî, Ebû Îbrahîm El Qerşî li herêmên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, hatine dagirkirin, tevgerên eşkere yên koman ku bi awayekî eşkere sûc pêk anîn mîna komên terorîst Ehrar El Şerqiye û gelek bûyerên din, diyar dikin ku dewleta Tirk a dagirker herêmên dagirkirî kirine hawîrdoreke ewle ji bo rêxistinên terorîst. Ji bo wê divê li ser asta navneteweyî tevgereke bilez hebe ku rê li pêşiya perwerde, pere û belavbûna wan koman heta li derveyî Sûriyê bigire.

ANHA