Mînaka şervanê şoreşger û afrînerê jiyana azad: Serdem Agirî

Ji bo ku layîqî şoreşa gelê Kurdistanê be û bibe şoreşgerekî pêşeng ku ji mirinê jiyanekê ji gelê xwe re ava bike, Serdem Agirî da ser rêya têkoşînê û tevî 16 hevalên xwe di êrişa bi çekên kîmyewî de tev li karwanê nemiran bû.

Mînaka şervanê şoreşger û afrînerê jiyana azad: Serdem Agirî
25 cotmeh, 2022   01:43
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Tê zanîn ku tevgera rizgariya Kurdistanê tevgereke ku bi keda şehîdan hatiye avakirin û têkoşîna xwe ya şorşgerî û neteweyî li hemberî êriş û siyasetên qirkirinê didomîne. Erkên ku şehîdên tevgerê hiştine hevrên wan bi israr û vîneke xurt temam dikin.

Tevgera rizgariya Kurdistanê ku bi doza gelê Kurd bawer e û li her çar aliyên Kurdistanê li hemberî hemû cûre êrişên dagirkerkirin û qirkirinê tê dikoşîne. Dewleta Tirk a dagirker ji bo tunekirina vê tevgerê êrişên dijwar li dijî wê pêk tîne û hemû cûreyên çekên giran û yên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne. Di encamê de bi dehan gerîlayên azadiyê şehîd bûn.

Herî dawî 17 gerîla di mehên Îlon û Cotmehê de di êrişên bi çekên kîmyewî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn. Ji wan Serdem Agirî ye.

SERDEM AGIRÎ KÎ YE?

Serdem Agirî bi navê xwe yê rast Osman Ebdî sala 2002`yan li taxa Qidûrbek a bajarê Qamişlo jidayik bû û di nava malbatekê de ku ji 6 bira û 4 xwişkan pêk tê, mezin dibe. Serdem kurê 5ʹan ê malbatê ye.

Serdem Agirî bi bêdengî û dilnizmiya xwe dihat nasîn. Ji zarokatiya xwe ve xusalê têkoşerê Kurd hilgirtibû. Dayika şehîd Serdem, Hemdiya Ehmed dibêje, Serdem ji aliyê hemû hevalên xwe ve dihat hezkirin, tu kes aciz nedikir, dilsoz bû û ji malbata xwe hez dikir.

LI SER FIKRÊ RÊBER ABDULLAH OCALAN MEZIN BÛ

Serdem di nava malbateke welatparêz de û li ser fikrê tevgera rizgariya Kurdistanê û rêber Abdullah Ocalan û li derdora kadroyên PKKʹê mezin dibe. Li ser vê yekê ji zarokatiya xwe ve biryar dide ku tev li refên gerîla dibe.

Bavê şehîd Serdem Agirî, Mihemed Ebdî di sala 1991ʹê de dema ku li Beyrûtê dixebitî, tevgera rizgariya Kurdistanê nas dike. Li ser vê yekê dibêje: "Bi rojan ez li gel kadroyên tevgera rizgariya Kurdistanê mam. Min xwest rêber Abdullah Ocalan bibînim lê şansê min tune bû."

Fikrê azad û demokratîk ê tevgera rizgariya Kurdistanê û rêgezên wê Mihemed Ebdî her tim teşwîq dikir ku jiyana xwe li ser esasî vî fikirî bidomîne. Ebdî got: "Min rê li ber zarokên xwe yên ku xwestin tev li tevgera azadiyê bibin, negirt. Tevlêbûna wan a nava tevgerê ji bo min cihê serferaziyê ye."

TEVLÎBÛNA NAVA YPGʹÊ

Şoreşa ku 19ʹê Tîrmeha 2012ʹan li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir ji bo her kurdekî/ê derfeteke bû. Bi pêşengiya Kurdan gelên herêmê xwe li gorî ramanê rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin kirin û dest bi têkoşîna azadiyê kirin. Malbatên welatparêz ji kesên pêşîn bûn ên ku cihê xwe di nava şoreşê de girtin û heta roja me ya îro di oxira serxistina şoreşê de berdêlên giran didin.

Bi damezirandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re, keç û xortên herêmê ji parastina destkeftiyên şoreşê û gelê xwe ji êrişan ref bi ref cihê xwe di nava van yekîneyan de girtin. Mihemed Ebdî dibêje ku tevlîbûna nava hêzên leşkerî xeyalê şehîd Serdem bû û di sala 2017ʹan de tev li YPGʹê dibe. Bavê şehîd Serdem dibêje: "Ji biçûkanî ve ve xwedî hêz û taybetmendiyên şervanan bû."

Serdem ji bo ku layîqî şoreşê bibe her tim hewl dida xwe di aliyê fikrî û leşkerî de xurt bike. Hevalê şehîd, Gelhat Andok di sala 2017ʹan de an ku dema pêngava rizgarkirina Reqa ji çeteyên DAIŞʹê şehîd Serdem nas dike û li ser vê yekê dibêje, Serdem hewl da ji azarên ku bi serê gel de hatiye bibe bersiv.

Xusalên têkoşerê şoreşgerî yê hezkirina xurt ji welatê xwe re û rêzgirtina li hemberî gel û hevalên xwe ku rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de behsê dike di kesayeta şehîd Serdem Agirî de kom bûn.

Şehîd Serdem navê Gelhat dide hevalê xwe d ku ew jî li derdora gelê xwe kom bibe û parastina wê bike. Gelhat dibêje, têkoşer Serdem li gorî rewşa qonaxê tev digeriya û têkoşîn dikir û wiha axaftina xwe ddomîne: "Destpêka gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê min têkoşer Serdem nas kir. Di wê qonaxê de tevgereke hestiyar dihat xwestin da ku di dem û cihên guncaw de bersiva êrişan werin dayîn."

Kesayeta têkoşer Serdem bandoreke mezin li hevalê wî Gelhat dike ku ew jî têkoşîna di nava şoreşê de dewam bike û heta niha li hemberî hemû cûreyên êrişên li ser destkeftiyên şoreşê têkoşînê dike. Gelhat balê dikişîne ser taybetmendiyên şehîd Serdem û wiha dibêje: "Dema perwerdeya leşkerî, min ji nêzîk ve Serdem nas kir. Kesekî hestiyar bû û bêdeng bû."

ʹNAVÊ WÎ DI KESAYETA WÎ DE ÎFADE DIBEʹ

Gelhat Andok bal kişand ser bandora dewreya perwerdeyê li kesayeta têkoşer Serdem û dibêje: "Me hemûyan guhertina ku piştî dewreya perwerdeyê di kesayeta wî de çêbû eciband. Hestiyarî û aramiya xwe kir hêzek û li hemberî hemû qonaxên jiyanî sekinî û têkoşîna xwe dewam kir. Wateya navê xwe li ser erdê di kesayeta xwe de îfade dike."

Têkoşer Serdem beşdarî gelek pêngavên li dijî çeteyên DAIŞʹê û dewleta Tirk a dagirker bû. Wekî pêngava têkbirina çeteyên DAIŞ li Baxozê ya 2019ʹan û Berxwedana Rûmetê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî ya sala 2019ʹan .

Andok hin detayên wê qonaxê bi bîr anî û wiha pê de çû: "Serdem hertim qonax analîz dikir û bi xurtî beşdarî şerê li hemberî dijmin dibû. Di wan êrişên hovane de hejmarek şervan şehîd bûn û hinek birîndar bûn. Lê şehîd Serdem bi sivikî birîndar bû. Sekna wî her tim sekneke şervanekî welatparêz bû."

TEVLÊBÛNA NAVA REFÊN GERÎLA

Ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî û bikaranîna çekên kîmyewî, Şerdem Agirî biryar dide ku ji bo tola gelê xwe hilîne biçe çiyayên Kurdistanê û li hemberî dagirkeran şer bike.

Li ser tevlêbûna wî ya nava refên gerîla, bavê wî wiha tîne ziman: "Xewna xwe ya zarokatiyê bi cih anî û tev li tevgera  rizgariya Kurdistanê bû. Bê guman ev ji bo me cihê serferzî û serbilindahiyê ye. Çiyayê Kurdistanê pîroz e û fedekariya ji bo wê erka me hemûyan e."

WESIYETA ŞEHÎD SERDEM

Di sala 2021ʹê de Serdem tev li refên gerîla dibe. Beriya ku biçe çiyayê Kurdistanê bi çend mehan hevalê xwe Gelhat dibîne û wesiyeta xwe jê re dibêje.

Gelhat dibêje: "Cara dawî me hev dît me çendekî nîqaş kir. Me behs kir ku bi sedan şervan hene bi salan malbatên xwe nedîtine. Di kêliya dawî ya hevdîtinê ji min re got, dibe ku rojekê hûn agahiyên şehadeta min bibhîzin, negirî lê ji hemû hevalên xwe û gelê xwe re dibêjim bi şehadeta min serbilind be û ji şehadetê bingehê domandina têkoşîn û berxwedanê bigirin. Şehîd Serdem armancên gelê xwe û hevalên xwe re hişt ku temam bikin."

Mîna bi sedan gerîlayan, Serdem heta kêliya dawî li hemberî êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ku çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne  li ber xwe da.

Piştî rêwîtiyeke têkoşînê ya li hemberî dagirkeran, Serdem Agirî tevî 16 hevalên xwe di 2022ʹan de di êrişên bi çekên kîmyewî de li herêma Zapê ya Başûrê Kurdistanê tev li kerwanê şehîda bûn.

SOZA TÊKOŞÎNÊ

Dayika şehîd Serdem Agirî di dawiya axaftina xwe de xîtabî gerîlayan kir "Di dilê me de hûn hemû Serdem in.  Serdem şehîd bû wê bi hezaran keç û xortên Kurd çeka wî rakin  û tola hevalên xwe ji Erdogan hilînin."

Bavê şehîd Serdem jî  bal kişand ser êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gerîla û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çekên kîmyewî li dijî zarokên me bi kar bîne jî wê nikaribe berxwedana me têk bibe. Bila Serdem fedayê rêber Ocalan û gelê Kurdistanê be. Serdem şehîd bû ev nayê wateya ku em dev ji têkoşînê berdin. Berovajî wê ez amade me çek rakim û bi keç û xortên xwe yên di nava gerîla de şer bikim."

ANHA