Siyasetmedarekî sûrî banga piştgiriya gerîla li gelan kir

Nivîskar û siyasetmedarê sûrî Mihemed Îsa destnîşan kir ku êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla binketina wê nîşan didin û bang li gelên herêmê kir ku piştgiriyê bidin gerîla ji ber ku ji bo projeyeke mirovî û cîhanî şer dikin û xwe ji bo gelên azadîxwaz kiriye mertal.

Siyasetmedarekî sûrî banga piştgiriya gerîla li gelan kir
20 cotmeh, 2022   06:19
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL HEBÎB

Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) di 18’ê Cotmehê de nasnameyên 17 gerîlayên ku di encama êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, eşkere kirin.

Girêdayî mijarê, nivîskarê sûrî Mihemed Îsa wiha axivî: “Tê zanîn ku dema dewletek an jî aliyek çekên kîmyewî bi kar bîne ev nîşaneya binkeftina wê ye. Herhal windahiyên dewleta Tirk a dagirker li hember berxwedana gerîla mezin in, gihişt asta ku bê hêvî bû û çekên kîmyewî bi kar anîn da ku heybeta artêşa xwe vegerîne.”

Li gel aloziyên aborî yên li Tirkiyê û piştî ku gelek ankêtan destnîşan kirin ku gelek dijwar e Erdogan di hilbijartinên bê de bi ser bikeve, AKP hewl da ji van aloziyan derxe derve. Lê dîsa jî li çiyayên Kurdistanê bi bin ketin û derbên giran xwarin.

/ar/uploads/files/2022/10/19/173306_whatsapp-image-2022-10-19-at-09.00.24.webp

Îsa wiha domand: “Ez difikirim ku ji ber hewcedariya partiya Erdogan bi serkeftinekê heye da ku berî hilbijartinan baweriya xelkê qezenc bike, çekên kîmyewî bi kar anîn.”

Der barê encamên van êrişan de, Îsa wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker dê nikaribe tu encaman bi dest bixe, ji ber ku gerîla hêza gel e û ne artêşeke fermî ye. Gerîla pêşengiya tevgera têkoşîna gelekî dike, her wiha xwe dispêre projeyeke mirovî û cîhanî ku jin pêşengiya wê dike. Lê belê dijminê Tirk ji bilî nexweşiyên berê û tiştên nerast li derdora xwe belav nake ku ji bilî terorîstan kes guh nade wî.”

Nivîskar û siyasetmedarê sûrî Mihemed Îsa di dawiya axaftina xwe de bang li gelên herêmê kir ku piştgiriyê bidin gerîla û got: “Hêzên gerîla mertala gelên azadîxwaz e, ez dibînim ku gerîla ew kesên dadmendîxwaz û wekhevîxwaz diparêze, ji ber wê jî divê gelên herêmê piştgiriyê bidinê û destekê bidin têkoşîna wê û rê li ber dagirkeriya Tirk bigirin.”

Der barê helwestên navneteweyî de jî Mihemed Îsa got: “Ez bêdengiyeke mezin dibînim. Dibe ku şerên heyî li vê cîhanê zêdetir balê bikişînin ser xwe bê ku kes bala xwe bide tiştên din, an jî dibe ku bi zanabûn felsefeya Ocalanî bi armanca windakirinê tê tarîkirin, ji ber ku hemû pergalên vê cîhanê dijminê wê ne, ji ber ku ew a rast e.”

(mh)

ANHA