Ciwanên herêmê tekeziyê bi yekitiyê dikin

Ciwanên herêma Firatê diyar kir ku divê ew li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan û gelên herêmê refên xwe bikin yek.

Ciwanên herêmê tekeziyê bi yekitiyê dikin
20 cotmeh, 2022   06:10
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî gelê Kurd û gelên din ên Kurdistanê didomîne. Dagirkerî di êrişên xwe de bi rêya êrişên leşkerî yan jî bi rêbazên şerê taybet herî zêde ciwanan dike hedef.

Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser esasê xweparastinê û pêkanîna guhartina demokratîk di civakê de, xwe bi rêxistin dikin.

‘BI YEKITIYÊ EM Ê XWE Û ÇANDA XWE BIPARÊZIN’

Endamê Ciwanên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê Mihemed Mihemed diyar kir ku gelek rê û rêbazên xweparastinê û şerê gel ê şoreşgerî hene û di radeya yekem de vîn û exlaq e û got: “Dema ku civak ji aliyê exlaqî ve were birêxistinkirin, derxistina wê ji rêgeha berxwedanê zehmet dibe.”

Mihemed destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî vîneke mezin in, herêm di rewşa şer de ye û dijmin bi rêya şerê taybet hewl dide wan tune bike û wiha pê de çû: “Bi rêya ajanan di radeya yekemîn de ciwanan hedef digirin, dixwazin wan ji xetê derxin. Vê yekê bi rêya belavkirina madeyên hişbir û belavkirina sîxuran di nava wan de dike.”

Mihemed her wiha anî ziman ku gelek dewlet dixwazin civakê parçe bikin û şerekî mezin û dijwar li dijî wan dimeşînin û wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe hewl me di aliyê çandî û exlaqî de qir bike. Gelê herêmê bi hevgirtin û yekitiya xwe li hember wan disekine.”

Mihemed wiha dirêjî da axaftina xwe: "Armanca dewleta Tirk êdî eşkere ye, ew dixwaze axa me dagir bike û me jê derxe. Ji ber vê yekê divê her kes hişyar be. Divê her ferdek ji me hişyar be, zarokên herêmê ji ajanan biparêze da ku axa me ji nû ve dagir nekin."

‘DIVÊ VÎN Û HÊZA ME KÊM NEBE’

Ronahî Kenan jî diyar kir ku ew di qonaxeke pir hesas re derbas dibin û şerê ku li dijî wan tê kirin pir mezin e û bandorê li jiyana wan dike. Her wiha destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk jî vê yekê dixwaze, ji lew re divê hişyar bin da ku bikarin hemû astengiyan derbas bikin.

Ronahî piştrast kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikare vê qonaxê derbas bike û planên dewleta Tirk a dagirker têk bibe, ji ber ku ew xwediyê vîn û bi hezaran şehîdan in.

Ronahî Kenan bang li gelê herêmê kir ku piştgiriya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk di operasyonên wê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê de, bike.

(dm)

ANHA