​​​​​​​‘Gruba Astana di peymana Edeneyê de guhertin çêkiriye’

Îlham Ehmed, êrîşên dewleta Tirk a dagiker ku bi balafirên bêmirov ên bi çek heta 42 kîlometre nava axa Suriyeyê pêk tîne, wekî encama “Guhertina peymana Edeneyê” nirxand. Îlham Ehmed got; “Xûya dibe ku di gruba Astana de ev çêbûye” û bal kişand ku hewldanên çêkirina têkiliyên Tirkiye-Suriye jî girêdayî wê ne.    

​​​​​​​‘Gruba Astana di peymana Edeneyê de guhertin çêkiriye’
19 cotmeh, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN - EHMED SEMÎR

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed, derbarê salvegera peymana Edeneyê ku di sala 1998’an de navbera Tirkiye û Suriyeyê de li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê hatibû îmzekirin û Tirkiye niha dixwaze bi nûkirina wê dagirkeriya xwe fermî bike, her wiha pêwendiyên navbera Tirkiye-Suriye û çareseriya pirsgirêka Suriyeyê de, ji ANHA’yê re axivî.

Îlham Ehmed, bal kişand ser êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker heta 42 kîlometreyan li nava axa Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê pêk tîne û pêwendiya wê bi peymana Edeneyê re girêda. Îlham Ehmed bibîr xist ku dewleta Tirk bi êrişa li ser dibistana zarokan re 42 kîlometre derbasî sînorên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bûye û wiha dom kir: “Berê Tirkiyeyê nedikarî derbas bibe. Ji herêmên sînor ve heta 3-5 kîlometre derbas dibû. Di peymana Edeneyê de tê gotin ku mafê dewleta Tirk heye bi arteşa xwe re sînor derbas bike, heya 5 kîlometre operasyonê bike û vegere. Niha ji bo êrişeke ku heta kurahiya herêmê biçe ji dewleta Tirk re şewqa kesk nehatiye dayîn. Lê bi awayekî fiîlî êrîşên bi balafirên bê mirov yên bi çek pêk tîne. Di pratîkê de mesafeya li gorî peymana Edeneyê dirêj kiriye. Xûya dibe ku di peymana Edeneyê de guhertin çêbûne û dibe ku di gruba Astanayê de ev hatiye çêkirin.”

‘XETERIYÊN WÊ GELEK IN’

Îlham Ehmed, anî ziman ku bi vê yekê re dewleta Tirk tu serweriya axa Suriyeyê nahele û wiha pê de çû: “Stratejiyek wê ji bo cihên ku êrîş dike heye. Piştî van lêdanan dixwaze dagir bike. Mixabin yên ku ev guhertina peymanê erê kirine, bi awayekî demkî wekî tinekirina tevgerê li rewşê dinêrin. Lê xeteriyên demdirêj ên vê peymanê gelek zêde ne. Li ser tevahiya axa Suriyeyê xeteriyê çêdike.”

‘TIRKIYE LISER BINGEHA TUNEKIRINA PROJEYA DEMOKRATÎK XWE NÊZÎ SURIYE DIKE’

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê hewildanên dewleta Tirk yên ji bo destpêkirina peywendiyên bi hikûmeta Şamê re jî di vê çarçoveyê de nirxandin û da zanîn ku pêwendiyên wan heta niha asta ewlekariyê derbas nekiriye. Îlham Ehmed anî ziman ku mijara ewlekariyê jî li ser firehkirina peymana Edene ye û axaftina xwe wiha domand: “Hewildana dewleta Tirk ew e ku li ser esasê tunekirina projeya demokratîk bi hikûmeta Şamê re lihevkirin çêbike. Dewleta Tirk dixwaze dewletan bikişînê aliyê xwe ku li dijî me helwest nîşan bidin. Ger lihevkirinek mîsoger çêbibe wê ne di berjewendiyên gelên Suriyeyê de be. Dewleta Tirk bi van hewildanan re peyamek dide dewletên Koalîsyon, NATO, Ewropayê û dibejê ‘Ger hûn mîna berê piştgiriyê nedin min ezê gavan ber bi hikûmeta Şamê re bibejim’.”

‘RUSYA DIXWAZE HERDU ALIYAN BÎNE BA HEV’

Îlham Ehmed, da zanîn ku Rusya jî dixwaze Tirkiye û Suriyeyê bîne ba hev û hewldanên dawî jî encama vê yekê ne. Îlham Ehmed bal kişand ku Tirkiye jî dixwaze ji vê yekê feyde bigire, ji hemû aliyan tawîzan bigir û wiha dom kir: “Dewleta Tirk bi taybet di vê demê de dixwaze lihevkirinekê bi hikûmeta Şamê re çêbike ku destê xwe her tim di dosyaya Suriyeyê de bihêle û hebûna xwe li herêmên dagirkirî fermî bike. Van hewildanên xwe jî dixwaze bi erêkirina Beşar Esad çêbike.”

‘MUHATAB GELÊN SURIYEYÊ NE’

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed, diyar kirk u ji bo çareseriya pirsgirêkên Suriyeyê divê muhatabek hebe û wiha dom kir: “Ew jî gelê Suriyeyê û aliyên Suriyeyî bi xwe ne. Di vî alî de cidiyet pêwîst e. Herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de ji ber şerê bi salan û perçebûna heyî, êdî tên valakirin û pênaberiyek gelek mezin heye. Ev rewşeke xeter e. Êdî divê hikûmeta Şamê vê rastiyê bibîne. Li welatekî ku ji xelkê wê bê valakirin, wê desthilatdarî çawa îdîa bike ku hîna vî welatî bi rêve dibe. Divê hikûmeta Şamê banga gelê Suriyeyê ya ji bo demokrasiyê li ber çavan bigire, gavan baveje û çareseriyê qebûl bike.”

‘HEWLDANÊN ME HENE’

Ji bo guhertin û çareseriyeke bingehîn a li Suriyeyê Îlham Ehmed bal kişand ser girîngiya diyalogê, destnîşan kir ku di vê mijarê de danûstandinên wan bi hemû aliyan re hene û wiha pê de çû: Lê tu guhertineke berbiçav tine ye. Ev armanca me ya stratejîk e û her tim hewildanên me çêbûne. Heya niha hikûmeta Şamê li pêşiya lihevkirina vê meseleyê asteng e.”

Îlham Ehmed, di çarçoveya çareseriya pirsgirêka tevahiya Suriyeyê de, bal kişand ser statuya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî û ev nirxandin kirin: “Qebûlkirina statûya herêmê divê di nav destûra Suriyeyê de çêbibe. Ev jî bi rêya çareseriya siyasî ya giştî dibe. Em jî dixwazin di aliyê siyasî de baştirîn gavan bavêjin, pêşiya vê xitimandinê vekin û karibin guhertinan bi rêbazên çareseriyê de pêş bixin.”

Îlham Ehmed, bal kişand ku danûstandin wan bi gelek dewletan re çêdibin, lê piraniya hêzan di dereceya yekemîn de girîngiyê didin rewşa Ukraynayê û got: “Hêzên navnetewî tercîh dikin ku dosyaya Suriyeyê di şeklê cemîndaninê de bimîne. Ie gav pêş de bên avetin ne jî paş de herin.”

ANHA