Ciwanan êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmawî li dijî gerîla şermezar kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrik û kampa Newroz, sûcên dewleta Tirk û bikaranîna bombeyên qedexkirî û çekên kîmawî li dijî gerîla, bi xwepêşandanekê li kampa Newroz şermezar kir.

Ciwanan êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmawî li dijî gerîla şermezar kir
19 cotmeh, 2022   17:42
QAMIŞLO

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan îro li kampa Newroz kom bûn û êrişên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyawî li dijî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku di encamê de 17 şervan şehîd bûn, şermezar kirin.

Xwepêşandan ji kampa Newroz dest pê kir û li gundê Eyn Xedra rawestiya û veguherî mitingê. 

Di mitingê endama Yekitiya Jinên Ciwan Êşê Ehmed daxuyaniya tevgerê xwed.

Daxuyanî wiha ye: “Toparana dewleta Tirk a hov li ser Herêmên Parastina yên Medyayê û bikaranîna çekên kîmyawî û qedexkirî li dijî gerîla li Zap û Metîna berdewam in. Her wiha hemû hêzên navnetewyî û rêxistinên navneteweyî û hiqûqî li hember vê yekê bê deng in.

Em soz didin gelê xwe ku tola şehîdan hilînin û piştgiriya gerîla heta dawiyê bikin.”

Di dawiyê de ciwanan bi berzkirina sloganan berxwedana gerîla silav kir.

 (dm)

ANHA