Li Tebqayê bi meşeke bi meşelayan êrişên dagirkeriya Tirk hat şermezarkirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqa meşa bi meşelayan li dar xist, da ku êrişên dewleta Tirk bi çekên kîmawî li dijî gerîla li Herêmên Parastina yên Medyayê şermezar kir û piştrast kir ku gelên herêmê dê bi tundî bersiva van êrişên hov bide.

Li Tebqayê bi meşeke bi meşelayan êrişên dagirkeriya Tirk hat şermezarkirin
19 cotmeh, 2022   18:34
TEBQA

Bi dehan şêniyên Tebqa, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, endamên saziyên sivîl, Partiya Sûriya Pêşerojê û Kombûna Jinan a Zenûbya li taxa yekemîn a bakurê Tebqayê kom bûn û ji bo şermezarkirina êrişên kîmyawî yên dewleta Tirk a dagirker bi meşelayan meşiyan.

Ciwan û girseya gel ji taxa yekemîn heta çerxerêya Meyselûn a li taxa duyemîn meşiyan.

Li çerxeryê Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqa Îslam Ebas daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sûcên dewleta Tirk tevahî sînor derbas kirin, ne tenê sivîl, zarok qetil kirin û bajarên ewle topbaran kirin, lê belê çekên kîmyawî bi kar anîn ku herî dawî 17 şervanên HPG`ê di encama êrişên wê yên bi çekên kîmyawî de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn. 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk ev sûc li pêş cîhanê û civata navneteweyî pêk anî ku dema bibihîze li cem dewletekê çekên kîmyawî hene artêşan dike nav liv û tevgerê û wan dorpêç dike.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku civata navneteweyî, sûcên dewleta Tirk a dagirker û bikaranîna wê ya çekên kîmawî û qedexkirî paşguh dike.

Di daxuyaniyê de bang li gelên cîhanê hat kirin ku zextê li hikumetên xwe bikin da ku helwesteke cidî li dijî dewleta Tirk nîşan bibin û ji rêxistinê qedexkirina çekên kîmyawî daxwaz kir ku li hember vê sûcê bisekine û hesab ji Tirkiyê bipirse.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: “Em ji tevahî cîhanê re dibêjin ku divê dewleta Tirk û pergala xwe ya faşîst bê hesab nemîne û dê bi tundî bersiva wê bidin. Em hêzê ji şehîdên xwe digirin.”

(dm)

ANHA