​​​​​​​Beşdarên merasîma şehîdên êrişa kîmyewî: Biryara me berxwedan e

Beşdarên merasîma xiyabî ya şehîd Osman Ebdî (Serdem Agirî) li Qamişlo û şehîd Newroz Tahir (Rûksen Zagros) li Rimêlanê destnîşan kirin ku dagirkeriya Tirk hewl dide bi rêya êrişên kîmyawî binketina xwe ya leşkerî li Herêmên Parastinê yên Medyayê veşêre.

19 cotmeh, 2022   18:28
QAMIŞLO

Duh sêşemê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameyên 17 şervanên ku di encama êrişên kîmyawî yên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê de şehîd bûbûn, eşkere kirin.

Ji ber wê jî, Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo merasîmeke xiyabî ji bo şehîd Osman Sebrî (Serdem Agirî) li kêleka goristana şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo, li dar xist.

Di serî de, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mahsûm Hesen wiha axivî: “Bikaranîna dewleta Tirk a dagirker ji çekên kîmyewî re nîşan dide ku ew li hember berxwedana gerîla bi bin ketiye, em soza meşa li ser şopa fikrê neteweya demokratîk heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û rizgarkirina gelan, didin.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yê Qamişlo jî Mesûd Dawûd destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk hewl dide bi êrişên kîmyawî binketina xwe ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê veşêre nexasim ku gerîla jî berxwedaneke bêhempa li hember dagirkeriya Tirk dide meşandin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê Ehmed Elawî, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Zîwer Elî axivîn û rola şehîdan di parastina destkeftiyên şehîdan de silav kir.

Her wiha hevseroka PYD`ê şaxê navçeya Tirbespiyê Hediye Şemo êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK`ê şermezar kir û got: “Êdî bes xiyanet, bijî biratiya gelan û şehîd rêveberên me yên menawî ne.”

Piştre, wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Her wiha li bajarokê Rimêlan jî, Meclisa Malbatên Şehîdan merasîmeke xiyabî ji bo şervana Hêzên Parastina Gel (HPG) Newroz Tahir (Rûksen Zagros) li stada girtî ya Rimêlanê li dar xist.

Di serî de, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê, Hesen Ubêd wiha axivî: “Îradeya gelê Rojava û serkeftinên ku di şoreşê de bi dest xistine û rûniştandina têgîna projeya Rêveberiya Xweser, hemî bi saya berxwedanê gerîla bûn, fedakariya me dihêle îsrara me zêdetir bibe.”

Her wiha, hevsrokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kanan Berekat destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê Kurdan, lê belê hemû pêkhateyan hedef digire.

Endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Zozan Dêrik axivî û fedakariyên şehîdan ji bo pêkanîna azadiyê û edaletê silav kir.

Di dawiyê de, wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(mh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eBUHq8D9Ies" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>