​​​​​​​Rêxistin û jinên serbixwe lidarxistina çalakiyên cîhanî têkildarî rewşa jinan ragihandin

Komeke jinan û nûnerên rêxistinên jinan di civîneke online de, lidarxistina gelek çalakiyên cîhanî û bernameyên hevbeş têkildarî rewşa jinan û ji bo piştgiriya serhildanên jinan li Îranê û Efganistanê, ragihandin.

​​​​​​​Rêxistin û jinên serbixwe lidarxistina çalakiyên cîhanî têkildarî rewşa jinan ragihandin
19 cotmeh, 2022   16:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeke jinên serbixwe û rêxistinên jinan têkildarî serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku bi pêşengiya jinan ji zêdetirî mehekê ve li dar in, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Duh komeke jinên serbixwe yên ji herêma ereb ji bo birêxistinkirin û dîtina mekanîzmeyên domdar ji bo piştgiriya şoreşa jinan li Îranê bikin, civînek online li dar xist. Tê de nûnerên rêxistinên edaleta zayendî, Weqfa Jîn a Jinan û hevbendiya Emen a jinan beşar bûn.

Beşdaran teqezî bi girîngiya xwepêşandanên şoreşgerî yên bi pêşengiya jinan li Îranê li dar ketine, girîngiya diyalogên jinan têkildarî wê, kirin. Her wiha di civînê de, li ser girîngiya pêşkêşkirina piştgiriya ragihandinê ji bo eşkerekirina hemû sûcên li dijî rêgezên azadiyê û mafên sivîlan, jinan û civakê li Îranê, nîqaş hat kirin. Beşdaran di civînê de balkişandin ser girîngiya şoreşa jinan li Îranê û bandorên wê di pêşerojê de li ser herêmê û diyar kirin ku serkeftina vê şoreşê gelek girîng e ji ber dê bibe çirûska hêviyê ji bo hemû jinan. Her wiha ji ber ku serkefitna jinan li Îranê tê wateya serkeftina jinan li herêmê li hember dîktatoriya siyasî, nakokiyên baviksalarî û ideolojiyan mîna îslama siyasî.

Beşdaran pêwîstiya lidarxistina çalakiyan ji bo eşkerekirina rewşa jinan destnîşan kirin û gelek nêrîn û pêşniyarên xwe têkildarî lidarxistina çalakiyan û bernameyên hevbeş ji bo xurtkirina piştgiriya serhildanên jinan li Îran û Efganistanê anîn ziman. Her wiha îşaret bi rêbazên pêşkêşkirina desteke yekser ji şoreşa jinan li Îranê re, rêbazên firehkirina vê piştgiriyê kirin.

Di dawiya civînê de beşdaran li ser xalên li jêr lihev kirin:

Lidarxistina hemleyeke cîhanê bi dirûşma “Ez jiyan im”. Li ser mekanîzmeya serferberiyê û rêxistinbûnê hat lihevkirin ku bi desteka mêrên li herêma erebî ku piştgiriya armancên me yên feminist dikin firehtir bibe. Hemleya xwe binavnîşan “Ez jiyan im” bikin haştag li rex haştaga “Jin jiyan azadî”.

Li ser piştgirî û şopandina çalakiyên ku dê li seranserî cîhanê bi awayekî hevbeş û hevkar lidar kevin, hat lihevkirin. Mîna piştgiriya bangewaziyên cîhanê ku tev li xwepêşandanên 29`ê û 30`yê Cotmehê bibin da ku piştgiriya xwendekaran li Îranê bikin ku ji aliyê makîneya kuştinê ve tên hedefgirtin. Di şemiya bê de an ku 22`yê Cotmehê de li ser bangewaziya kombûna jinan(Berlîn Feminista)  ku jinên îranî û cîhanî ava kirin wê li ber dîwarê Berlîn çalakî li dar keve, werin tev li bibin da ku em jî bibin beşek çalakiyên cîhanî.

Birêxistinkirin û lidarxistina çalakiyan ji aliyê saziyan ve ku hemle orgenîze kirine, li welatan bi taybet li Rojhilata Navîn. Aliyên ku dixwazin tev li hemleyê bibin dikarin li ser malperên tevna civakî vê yekê ragihînin.

Şopandina şoreşa gel ku bi pêşengiya jinan li dar e li ser malperên tevna civakî bi awayekî birêxistinkirî. Nivîsandin û wergerkirina gotar û daxuyaniyan bi zimanên erebî, kurdî, farisî û inglîzî û hemû zimanên xwecih.

Li ser amadekirina vîdyoyên bideng ên jinan li herêmên erebî bi zimanên erebî, kurdî, farisî, inglîzî û amazîxî û zimanên din ên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê. Da ku bala jinan û çalakvanên din bikişîn û tev li hemleyê bibin.

ANHA