​​​​​​​Şêniyên Helebê li dijî êrişên çekên kîmyawî meşiyan

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd p Eşrefiye yên Helebê şehîdxistina 17 gerîla li çiyayên Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir.

​​​​​​​Şêniyên Helebê li dijî êrişên çekên kîmyawî meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Helebê li dijî êrişên çekên kîmyawî meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Helebê li dijî êrişên çekên kîmyawî meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Helebê li dijî êrişên çekên kîmyawî meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Helebê li dijî êrişên çekên kîmyawî meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Helebê li dijî êrişên çekên kîmyawî meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Helebê li dijî êrişên çekên kîmyawî meşiyan
​​​​​​​Şêniyên Helebê li dijî êrişên çekên kîmyawî meşiyan
19 cotmeh, 2022   17:31
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bi dirûşma “Bi rihê berxwedana Garê em bi ser ketin û dê di berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê bi ser kevin” li dijî bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li çiyayên Kurdistanê ku herî dawî 17 gerîla şehîd bûn, meşiyan.

Bi sedan şênî û nûnerên partiyan, saziyên sivîl tev li meşê bûn.

Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn a li rojavayê taxê dest pê kir û li pêşiya navenda şehîd Gelhat a li rojhilatê taxê rawestiya û veguherî mitingê.

Di mitingê de endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Şêxo axivî û hemû şehîdên azadiyê di kesayeta 17 şehîdên êrişa kîmyawî de bibîr anîn.

Şêxo balkişand ser niyetên dewleta Tirk ji bikaranîna çekên kîmyawî li dijî gerîla û got: “Dewleta Tirk bi rêya çekên kîmyawî yên qedexekirî armanc dike vîna gerîla bişikîne û ev rastiya terorîst a dewleta Tirk eşkere dike.”

Şêxo teqezî bi piştgiriya hemû gelan bi gerîla re kir ku li ser rêgeza şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe dide ta ku serkeftinê pêk bîne û pergala faşîst a dewleta Tirk bi hevgirtina xwe û xwedîderketina li gerîla, têk bibe.

HÊZÊN ME LI BER XWE DIDIN Û EM Ê SERKEFTINÊ PÊK BÎNIN

Koordînasyona Kongra Star Amne Xidir got: “Em bi fedakariyên parêzvanên şoreşê serfiraz in ku rêber Abdullah Ocalan ragihandiye û li seranserî cîhanê belav bû ji bo gelên bindest ji zulma faşîstan û pergalên paşverû xilas bibin.”

Amne Xidir destnîşan kir ku bi saya fedakariyên şehîdan û fikrê rêber Abdullah Ocalan gelek destkeftî hatin bidestxistin û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk bi awayekî hovane êriş dike û lihevkirina qedexekirina çekên kîmyawî binpê dike. Lê hêzên me li ber xwe didin û dê heta pêkanîna serkeftinê li ber xwe bidin.”

Amne Xidir di dawiyêde got: “Em xwedî heq in. Rêya me rêya heqiyê ye, lê dewleta Tirk şerê projeya me ya demokratîk dike. Li hember vê pergalê gelek bi hêrs e ji ber ku pergaleke faşîst e ku hewl dide herêmê wêran bike û tevliheviyê belav bike.”

ANHA