Ji Asayîşa Êzidxanê têkildarî êrişa duh daxuyanî

Endamê Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Hecî Xelef li ser navê Asayîşa Êzidxanê daxuyaniyek da û ragihand ku dema ew li ser erka xwe bûne, teqînek pêk hatiye. Xelef diyar kir polîs û artêşa Iraqê di vê mijarê de peywira xwe bi cih neaniye.

Ji Asayîşa Êzidxanê têkildarî êrişa duh daxuyanî
19 cotmeh, 2022   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li ser rêya Taxa Hey Şûheda di nav malan de wesayîteke bombebarkirî bi hêzên Asayîşa Êzîdxanê ve hate teqandin. Di encama teqînê de 3 endamên asayîşê birîndar bûn. Asayîşa Êzidxanê îro der barê teqînê de daxuyaniyek da.

Li ser navê asayîşê Endamê Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Hecî Xelef daxuyanî da û got: “Nûçeyên ku dibêjin êriş bi balafirê pêk hatiye ne rast in. Bûyer duh êvarê saet di dora 8:00`ê an êvarê de pêk hat. Beriya wê hinek kesan Asayîş agahdar kiribû ku wesayîteke nenas li Taxa Hey Şûheda sekiniye. Ji ber ku artêş û polîsên Iraqê di vî warî de peywira xwe pêk nayne, em çûn cihê ku wesayît lê ye. Em bi du wesayîtan çûn ba wesayîtê. Dema ku hevalên me wesayît kontrol kirin, wesayît di hevalên me de hate teqandin. Di encamê de 2 jê bi giranî 3 hevalên me birîndar bûn.

Di dema kontrola wesayîtê de jî me gel ji dora wesayît dûr xist û kontrola xwe wisa pêk anî. Ji bo lêkolînê me lijneyek peywirdar kiriye wê piştre encam bi raya giştî re were parvekirin.”

Xelef di dawiya daxuyaniyê de bal kişand ser Peymana 9’ê Cotmehê û diyar kir bi van êrişan tê xwestin gel venegere Şengalê û pêşiya vegera li Şengalê were girtin.